Cenazeyê şehîdê Hêzên Ewlekariya Hundirîn hate veşartin

Cenazeyê şehîdê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Waîl Remedan Mehmûd hate veşartin.

Şêniyên navçeyên Çilaxa û Girkê Legê yên kantona Cizîrê şehîdê Hêzên Erka Xweparastinê Waîl Remedan Mehmûd oxir kir. Waîl Remedan Mehmûd 10’ê Sibatê di êrişekê de şehîd bûbû.

Merasîmê oxirkirinê ji aliyê Meclisa Navçeya Çilaxa ve hate lidarxistin. Endamên saziyên sivîl, yên xizmetguzariyê, malbatên şehîdan, Kongra Star û şêniyên Çilaxa û Girkê Legê beşdarî merasîmê bûn.

Piştî deqeya rêzgirtinê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Çilaxa Hisên Îsa sersaxî ji malbata şehîd re xwest û bal kişand ser berxwedana şehîdan a ji bo parastina ewlehiya herêmê.

Hisên Îsa soza parastina destkeftiyên şehîdan û şoreşê da.

Bi navê QSD’ê jî Xalid Mihemed jî soza şopandina xeta şehîdan û tohildana wan da.

Endamê Saziya Olî ya Çilaxa Îbrahîm Seyîd jî got: "Soza me parastina destkeftiyên şoreşê ye."

Di dawiyê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Piştre şehîd ber bi Goristana Şehîd Dilşêr a li navçeya Tirbespiyê ve hat birêkirin û bi dirûşmên "Şehîd namirin" û tilîliyên dayikan veşartin.