BI DÎMEN

Ferîde Îbo: Azadiya jinê bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye

Endama Koordînasyona Kongra Star Ferîde Îbo, diyar kir ku li dijî komploya navneteweyî felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûye felsefeyek gerdûnî û got, “Azadiya jinê bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye.”

Bi wesîleya salvegera 25’an a komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan endama Koordînasyona Kongreya Star a kantona Efrîn û Şehbayê Ferîde Îbo ji ANF'ê re axivî.

‘FIKRA AZADIYA KURDISTANÊ VEGUHERÎ FIKRA AZADIYA TEVAHIYA GELAN’

Ferîde Îbo, di destpêka axaftina de wiha got, "Çend roj din, salvegera 25’an a dîlgirtina Rêber Apo ye. Ev komploya navneteweyî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan hatiye meşandin, berî dîroka wê ya naskirî di 9'ê Cotmehê de hate destpêkirin. Hewldanên dewletên hegemon hebû ku fikir û felsefeya ku Rêber Apo di nav xaka Kurdistanê û Rojhilata Navîn ji bo azadkirina gelê resen a herêmê daye rûnişkandin; bibin bend û li pêşiya wê bibin asteng. Lê li gorî ku em dibînin, ew hewldanên wan hemû têk çûn. Ji ber fikira Rêber Apo ji azadiya Kurdistanê veguherî azadiya hemû Rojhilata Navîn. Lewra ji bo ku gelê Kurd azad bibe, pêwîste gelê Tirkmen, Ereb û hemû pêkhateyên Kurdistanê û Rojhilata Navîn jî azad bibin. Yanî ji fikira azadiya Kurdistanê veguherî fikira azadiya gelan. Ji ber wê jî êdî ev fikir û felsefe li dijî berjewandiyên dewletên navneteweyî bû. Li ser vê esasê dewletên navneteweyî bi rêya istixberata xwe plan kirin ku bi çi bedelî be, divê pêşî li belavbûna ramanên Rêber Apo bigirin."

‘LI DIJÎ KOMPLOYÊ ÇALAKIYA HEVRÊ VIYAN SORAN BÛ NIMÛNE’

Îbo, bi bîr xist ku ji ber zextek mezin li ser dewleta Sûriyeyê hebû, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo pêşî li hemberî şereke demdirêj bigire di sala 1998’an de ji Sûriyeyê derket û wiha domand, “Rêbertî bi hêviya dostaniyê berê xwe da gelek dewletan, lê mixabin ti alî xwedî li wê dostaniyê derneketin û di dawiyê de li Kenyayê di 15'ê Sibatê de Rêber Apo dîl hate girtin. Dîl girtina Rêber Apo û xistina zîndana Îmraliyê, êşeke gelek mezin bû, valatiyeke pir mezin di hundirî dilê gelê Kurd û xebatkarên azadiyên de çêkir. Ji ber wê jî bersivdayîna komployê bi çalakiyên cur be cur hate dayîn. Ew bersiv hem ji bo dewletên navneteweyî û hem jî bi taybetî ji bo dewleta Tirk bû. Gelek hevrêyên jin û xurt di vê pêvajoyê de ji bo Rêber Apo çalakiyên fedaî pêk anîn û agir berdane bedena xwe. Mînak hevrê Viyan Soran helwesta xwe li hemberî civaka navneteweyî nîşan da û agir berda bedena xwe û bû nimûneyek ji bo hêza jina Kurd.” 

Îbo, destnîşan kir ku paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan êdî sînorên Kurdistanê derbas kir û bi gerdûnî bû û wiha got, "Piştî Rêber Apo dîl hate girtin, gelek name ji bo tevgera azadiyê û kesên welatparêz şand û di nameyên xwe de diyar kir ku ger dixwazin hevrêtiyeke rast bikin pêwîste doza azadiya jinê ya ku nîvco maye, temam bikin. Piştî wê me dît bi sedan jin berê xwe dan çiyayên kurdistanê, ji bo ku cihê xwe di nav tevgera azadiyê de bigirin û gelek deskeftiyên jinê hatin bidest xistin. Her wiha ev fikir jinên Kurd û Ereb derbas kir û êdî di nav fikir û bîrdoziya jinên biyanî de belav bû."

‘ARMANCA ME HEMÛYAN AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO YE’

Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Efrîn û Şehbayê Ferîde Îbo di dawiyê de wiha got, "Em weke tevgera azadiya jinê, di herêma Şehba de kar dikin. Çiqasî zehmetî û zext li ser me hebin; kesayetên ku di vê xetê de bûne mînak û gihêştine asta şehadetê, her tim rêya me ronî dikin. Li ser wê esasê em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û azadiya jinê ji hevdu qut nabînin. Li gorî wê em ê li ser xeta ku jinên pêşeng mîna Sekîna, Leyla, Nagîhan, Zîlan, Arîn, Avêsta û Barîn bimeşin û têkoşîna xwe bilintir bikin. Kesayetên bi armanc kar û xebatê dikin, ti carî nawestin. Armanca me hemûyan jî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Her wiha azadiya hemû jinên bindest e. Bi saya paradîgmaya Rêber Apo êdî şoreşa azadiya jinê bûye şoreşeke cîhanî û çavkaniya xwe ji Rêbertî digire."