Rêveberiya Xweser: Dewleta Tirk dixwaze DAÎŞ'ê jinûve rake ser piyan

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk got, "Êrîşa dewleta Tirka li ser birîndar û gaziyan peyameke eşkere ya ji bo DAÎŞ û hevkarên xwe ye. Di heman demê de nîşaneyeke wê yekê ye ku Tirkiye dixwaze DAÎŞ'ê jinûve rake ser piyan."

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der bare êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. 

Di daxuyaniyê de îşaret bi êrişa dewleta Tirk a li ser avahiya gaziyên şer a li Qamişloyê hate kirin û hate gotin: "Dewleta Tirk êrişên xwe yên terorî li dijî gel û herêmên me didomîne. Dewleta Tirk di kiryarekî de ku dûrî nirx û pîvanên exlaqê ye û tevahî qanûn û peymanên navneteweyî bin pê kiriye, duh bi balafireke bê mirov a bi çek Mala Birîndaran  a li bajarê Qamişloyê bombebaran kir. Van birîndaran bi xurtî li hemberî rêxistina DAIŞ û fikrên wî yên tundraw tê koşiyen. Tevî hevalên xwe yên şehîd roleke dîrokî di qedandina rêxistina DAIŞ a terorî de lîstin û serketin misoger pêk anî. Bi vê yekê êdî tevahî mirovahî bû deyndarê wan birîndaran û şehîdan."

Di daxuyaniyê de êrişa li dijî Mala Birîndaran bi tundî hat şermezarkirin û wiha hat domandin: "Êrişa dewleta Tirk a li dijî birîndaran peyameke zelal ji bo DAIŞ û hevkarên wê ye. Her wiha îsbateke xurt e ku Tirkiye pişta xwe dide vegera DAIŞ û destekê dide şaneyên wê. Dem hatiye ku di serî de Koalîsyona Navneteweyî, dewletên li dijî DAIŞ û fikrên wê yên tundraw şer dikin ku Tirkiye wekî xwedî û piştevaniyê DAIŞ’ê bibînin, nemaze ku Tirkiye êrişê hevkarên koalîsyonê dike. Ji vê zêdekir bi her pêngaveke ewlehiyê yên hêzên me yên li dijî DAIŞ û şaneyên wê mîna Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ya li kampa Holê re, dewleta Tirk êrişên xwe dijwartir dike. Ev êrişên dijwar destpêka planeke nû li dijî herêmê di nav de Sûriye û Iraqê ye û encamên lihevkirnên Astana 21’ê ye."

Di daxuyaniyê de ji bo malbatên şehîdan sersaxî û ji birîndaran re şîfa hat xwestin.