Cenazeyê 4 şehîdan li Tebqayê hatin veşartin

Cenazeyê 4 şervanên QSD’ê yên ku di êrîşa çeteyên girêdayî hikûmeta Şamê de li bejahiya Dêrazorê şehîd bibûn, li Tebqayê hatin veşartin.

Şêniyên kantona Tebqayê cenazeyên 4 şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Ebdullah Mûsa, Wedî Beşîr El Fethî, Hewaş Cemîl El Casim û Xalid Mihemed El Merî li goristana şehîdan a Tebqayê veşartin.

QSD'ê ragihandibû ku ew şehîd di êrişeke tirsonek a çeteyên rejîma Sûriyeyê de li Dêrazorê şehîd bûne.

Di merasîmê de bi sedan şêniyên kantonê, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, rûspiyên eşîran, tevgerên jin û ciwanan û Partiya Sûriyeya Pêşerojê beşdar bûn.

Karwanê wesayîtan ji pêşiya nexweşxaneya Niştîmanî ber bi goristana şehîdan ve bi rê ket.

Di serî de merasîmek leşkerî ji aliyê şervanên QSD'ê ve hat pêşkêşkirin.

Piştre endamê fermandariya Meclisa Leşkerî ya Tebqayê Îmad El Ferhan destnîşan kir ku hêzên wan ên leşkerî dê li hember van kiryaran bêdeng nemînin û ew ê tola hevrêyên xwe yên şehîd hilînin.

El Ferhan têkoşîna hêzên leşkerî ya li hember dewleta Tirk a dagirker, çeteyên wê û çekdarên girêdayî hikumeta Şamê silav kir.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a kantona Tebqayê Ehmed El Omer teqezî bi xwedîderketina li mîrasa şehîdan da û diyar kir ku ew ê ji bo parastina destkeftiyan li kêleka hêzên leşkerî.

Piştre wesîqeyên şehadetê yên 4 şehîdan hatin xwendin û ji bo malbatên wan hatin radestkirin.

Cenazeyên şehîdan bi tilîliyên dayikan û dirûşma "Şehîd namirin" hatin veşartin.