BI DÎMEN

‘Em ê teqez azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin’

Rêveberiya Akademiya Emgîhan Cûdî ya Malbatên Şehîdan Silêman Silêman, diyar kir ku divê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd hêj bêhtir têkoşîn mezintir bibe û got, “Em ê teqez azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin.”

Bi wesîleya salvegera 25’an a komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rêveberiya Akademiya Emgîhan Cûdî a Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Silêman Silêman ku yek ji kesên Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan dîtî ji ANF’ê re axivî û behsa girîngiya hebûna Ocalan ji bo gelê Kurd û bi taybetî tevahiya gelên bindest kir.

‘DÎLGIRTINA RÊBER APO DÎLGIRTINA TEVAHÎ GELÊ BINDESTE’

Silêman, diyar kir ku dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîlgirtina tevahî gelê bindeste û wiha got, “Komploya 15’ê Sibatê di şexsê Rêber Apo de li dijî tevahî netewan, alîgirên demokrasiyê û bi taybetî gelê Kurd pêk hat. Hêzên navneteweyî xwestin dawî li lêgerîna azadiyê bînin. Lê piştî komployê rêxistinbûna gel hê bêhtir berfireh bû, girêdana wan ya di navbera Rêbertî de mezintir bû û komplo têk çû."

Silêman, dibêje Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwedî fikr û felsefeke ku tevahî dewletên desthilatdar ji wê yekê ditirsiyan û wiha domand; "Di sala 1990’an de ji min re bû şans û min Rêber Apo dît. Dema ku min Rêber Apo dîtî, bandoreke bêhempa li min kir, ew gotinên wî paşeroja me îfade dikir û şîrove kir. Bi qasî 3 saetan em bi Rêber Apo re rûniştin. Rêbertî hêj wê demê digot ‘divê pirsgirêka Kurd bê çareserkirin, ger neyê çareserkirin wê gelek pirsgirêkên din li Rojhilata Navîn derkeve.’ Ew analîzên ku Rêber Apo di sala 1990’an de dikir, di sala 2011’an de pêk hat. Li Rojhilata Navîn, gelek alozî derketin, li Lîbya, Tunis û derbasî Sûriyeyê jî bû ew pirsgirêk."

‘RÊBER APO XWEDÎ KESAYETEKÎ DILNIZIM BÛ’

Silêman, diyar kir ku kêliya dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kêliyeke ku mirov nikare bi peyvan pênase bike û wiha dewam kir, "Helwesta Rêber Apo û gotinên wî yên ku rewşa me diyar dike, çareseriyê ji wê yekê re dibîne. Ji bo me dîtina wî, pê re rûniştin bêguman weke xeyalek bû. Rêber Apo xwedî kesayetekî dilnizim ku bi her kesî re wekhev bû. Dayik dihatin serdana Rêber Apo. Rêber Apo diçû pêşiya wan û wan yek bi yek hembêz dikir û pêşwazî dikir. Bi zarokan re jî heval bû, navê wan yek bi yek pirs dikir û piştre li ser wateya navê wan şirove dikir.”

‘EM Ê AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO TEQEZ MISOGER BIKIN’

Silêman, anî ziman ku ev 50 sal in li dijî Tevgera Azadiya Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan êrîş pêk tên, lê encam negirtine û wiha got, “Ji destpêka tevgera Apoyî ve êrîş û komplo li dijî tevgera Kurd tên pêş xistin. Bi komploya 15’ê Sibatê re derket asta herî jor. Lê ji bo biçûk xistin û tinekirina tevgerê, êrîş nesekinîne. Hîna jî heta niha komplo berdewame. Hêzên hegemon ji ber ji fikrên Rêbertî tirsiyan bi dewleta Tirk re hevkarî kirin û xwestin ew fikra ku tevahî netewan, gel, ol, çand û baweriya di nava xwe de dihewîne tune bikin. Ji ber ramanên Rêbertî, ji bo desthilatdariya wan weke metrîsiyeke. Lê em weke gel, em ê her ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li ser piyan bin. Em weke hemû gelên azadîxwaz û gelên demokrasiyê, em ê azadiya fîzîkî a Rêber Apo misoger bikin.”