QSD’ê nasnameya 3 şervanên şehîd eşkere kir

QSD’ê nasnameya 3 şervanên ku di 10-11’ê Sibatê de şehîd bûne, eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê nasnameyên 3 şehîdan aşkera kirin.

QSD’ê di daxuyaniyê de diyar kir: "Di êrişên cuda de yên aliyên dijber ên hewl didin tevlihevî û kuştinê li herêma me belav bikin, 3 şervanên me şehîd bûn. Şervanên me yên bi navên Şers (Ebdulqadir Receb El Îsa) û Nemrûd (Muwefeq Sewadî Xilêf) di êrişên çeteyên rejîma Sûriyeyê de li rojhilatê Dêrazorê şehîd bûn. Şervanê me Esaf Hesekê (Esaf Xelîl El Hisêno) ji aliyê çeteyên rêxistina DAÎŞ’ê ya terorîst ve roja şemiya borî li bajarê Hesekê hate şehîdkirin.”

QSD’ê sersaxî da malbatên her sê şehîdan û wiha ate gotin: "Em ê tola wan hilînin. Berdêl çi dibe bila bibe em ê şênî û herêmên xwe ji êrişên çeteyan biparêzin.”

Nasnameya şehîdan bi vî rengî ye:

Nasnav: Şers

Nav û Paşnav: Ebdulqadir El Esed

Navê Dayikê: Nûriye

Navê Bav: Receb

Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Dêrazor, 1995

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor-Zibyan, 11`ê Sibatê 2024

**

Nasnav: Nemrûd

Nav û Paşnav: Miwefeq Sewadî Xiêf

Navê Dayikê: Necme

Navê Bav: Sewadî

Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Hesekê, 2001

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor-Zibyan, 1`ê Sibatê 2024

**

Nasnav: Essaf Hesekê

Nav û Paşnav: Essaf Xelîl El Hesîno

Navê Dayikê: Cewhera

Navê Bav: Xelîl

Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Hesekê, 2003

Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê, 10`ê Sibatê 2024