'Divê em ji bo azadiya Rêber Apo bênavber têbikoşin'

Di forûma ku li Qamişlo li dijî Komploya Navneteweyî hat lidarxistin, peyama “Divê em ji bo azadiya Rêber Apo bênavber têbikoşin” hate dayîn.

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi dirûşma "Felsefeya Rêbertî û berxwedana gel garantiya aştî û ewlehiya gel e" li salona Zana ya bajarê Qamişlo sêyemîn forûma têkildarî komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dar xist. 
Nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Hevseroka PYD'ê Asya Ebdullah, endam û rêveberên PYD'ê yên Kantona Cizîrê, şêx û rêberên eşîrên Kurd û Ereb, endamên saziyên sivîl, Kongra Star, nûnerên partiyên siyasî, meclîsên jinan û lêkolîner beşdarî forûmê bûn.

‘ÊŞKENCEYA TECRÎDA YA LI IMRALIYÊ BERDEWAMA KOMPLOYÊ YE'

Axaftina vekirinê ya forûmê ji aliyê endamên Meclîsa Giştî ya PYD'ê Sebah Osman û Rafet Silêman ve hatin kirin. Axaftvanan bal kişandin ser girîngiya forûmê di 25’emîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de û diyar kirin ku bi komployê di şexsê Abdullah Ocalan de dixwazin têkoşîna gelan were bidawîkirin.

Forûm di 2 rûniştinan de pêk hat. Di her rûniştinê de du mijar hatin nîqaşkirin. Mijara yekemîn a forûmê ji aliyê parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Omer Guneş ve hat nirxandin. Guneş ku li ser înternetê tevlî forûmê bû got,”Hevdîtina me ya dawî di 7'ê Tebaxa 2019'an de bû. Ev hevdîtin piştî greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiyeyê pêk hat. Serlêdanên me yên hevdîtinê heta îro nehatine qebûlkirin."

Omer Guneş bal kişand ku pergala îşkenceya li Îmraliyê a li dijî Rêber Abdullah Ocalan berdewama Komploya Navneteweyî ye û got, “Mafê her girtiyan e ku bi malbata xwe re hevdîtinê bike. Lê belê destûr nayê dayîn ku Birêz Ocalan û 3 girtiyên siyasî yên li Îmraliyê bi malbatên xwe re hevdîtinê pêk bînin. Em weke parêzer nikarin der barê rewşa girtiyan de agahiyê bistînin.

'DIVÊ EM JI BO AZADIYA ABDULLAH OCALAN TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN'

Beşdaran li ser du mijarên ku di rûniştina yekemîn a forumê de hatin nîqaşkirin, nêrînên xwe anîn ziman. Hat diyarkirin ku bêyî azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan wê li Rojhilata Navîn aştî û ewlekariya adilane pêk neyê û pirsgirêka Kurd û hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîn bê çareserî bimînin. Beşdaran ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga mezinkirina têkoşînê kirin.

Di rûniştina duyemîn a foruma sêyemîn de endama Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yûsif mijara "Têkoşîna gelan û berxwedana wan a li dijî komploya navneteweyî" nirxand.
Hevserokê Konseya Derdorê ya Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Silêman Ereb got, “Pêşveçûna pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî gelekî girîng e. Divê em têkoşîna bênavber bidomînin. Ji ber ku azadiya Rêbertî azadiya gelên bindest e. Ji bo em bigihijin vê armancê divê em li gorî rêgezên Rêber Abdullah Ocalan civakeke siyasî û ekolojîk ava bikin.

Di dawiya forumê de Parêzer û endamê PYD'ê Xalid El Omer encamname ya forumê xwend.