HRE: 3 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku di çalakiyên wan ên bersivdanê de yên li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kirin, herî kêm 3 dagirker hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî çalakiyên xwe yên dawîn daxuyaniyeke nivîskî da.

HRE’yê diyar kir ku li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, hêzên wan di navbera 9 û 11’ê Sibatê de 3 çalakiyên bersivdayînê li dar xistine.

Li gorî daxuyaniyê di 9 û 10’ê Sibatê de li bajarokê Ezazê yê dagirkirî 2 çalakiyên sekvanî hatine lidarxistin û di encamê de 2 hatine kuştin.

11’ê Sibatê jî li xeta Meryemînê çalakiyeke taybet hatiye lidaristin. Di wê çalakiyê de çeteyek hatiye kuştin û 2 çete jî bi giranî birîndar bûne. Her wiha erebeyeke doçkabarkirî hatiye îmhakirin.