4 şervanên QSD’ê bi merasîmeke girseyî hatin veşartin

Şervanên QSD’ê Udey El Îbrahîm, Essaf El Hesîno, Miwefeq Xiêf û Silêman Silêman bi merasîmeke girseyî hatin veşartin.

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê û navçeyên wê, 4 şehîdên Hêzên Sûriya Dmeokratîk li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiye yê Hesekê oxir kirin.

Navên şehîdan wiha ne; Udey El Îbrahîm, Essaf El Hesîno, Miwefeq Xiêf û Silêman Silêman.

Şehîd Udey El Îbrahîm û Miwefeq Xilêf di berxwedana li hember êrişên komên girêdayî hikumeta Şamê ya li rojhilatê Dêrazorê de şehîd bûne. Şehîd Silêman Silêman û Essaf El Hesîno li bajarê Hesekê di êrişeke şaneyên DAÎŞ`ê şehîd bûne.

Di merasîma oxirkirinê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Necwa Hewas axivî û fedakariyên şervanên QSD`ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo parastina herêmê silav kirin.

Her wiha Necwa diyar kir ku Meclisa Malbatên Şehîdan berdêl çi dibe bila bibe dê armancên şehîdan bi dest bixin.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hesekê Alan Hesekê axivî û sersaxî da malbatên şehîdan û soz da ku tola şehîdan hilînin, têkoşînê li ser rêya wan berdewam bikin û herêmê û gelê wê biparêzin.

Piştre wesîqeyên şehadeta şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Çaverê ye ku gelek şêniyên kantona Hesekê, saziyên Rêveberiya Xweser, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, QSD`ê tevlî merasîma sersaxiyê ya şehîdan bibin ku dê heta sibe êvarê dewam bike.