BI DÎMEN

Şaredariya gel di jiyana ekolojîk de bi israr e

Şaredariya Kantona Efrîn-Şehbayê ku li gel ambargo û êrîşan jî karê xwe bênavber dike, li ser bingeha jiyaneke ekolojîk xizmetê ji gel re dike. Di sala 2024'an de wê bi enerjiya rojê xizmet ji navçe û gundan re bê kirin.

ŞAREDARIYA KANTONA EFRÎN-ŞEHBAYÊ

Şaredariya kantona Efrîn-Şehbayê ji bo karibe bersivê bide pêwîstiyên xelkê Efrînê ku ji ber dagirkirina xaka wan ji neçarî koçî Şehbayê kirine, heman şaredariya li Efrînê dikir li Şehbayê jî dewam dike. Di sala 2023'an de li Kantona Efrîn-Şehbayê av hate pêşkêşkirin, tevî kampan li navçe û gundên Şehbayê pêwîstiyên lêkirina avahiyan (kîremît, çîmento û hwd.) hatin dayin. Malên ku ji ber erdhejê zerar li wan bû hatin sererastkirin, ji bo malbatên ku malên wan zerar dîtin (Malbatên ji Helebê hatin) li Kampên Berxwedan û Serdemê 243 kon hatin vedan. Bi mezinbûna kampan re karê sererastkirina sîstema kanalîzasyonê hate kirin. Bi wesîleya 4'ê Nîsanê bi navê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan parkek hat vekirin, rê hatin çêkirin. Li gundan bîrên nû yên avê hatin kolandin, li navçeyên Til Rifet, Ehres û Ehdasê, li gundê Aqîbê pergala enerjiya rojê hate danîn. Nêzî 2 milyon û 666 hezar û 620 lître mazot hate belavkirin. Li kantona ku 75 jeneratorên xwe hene, pêwîstiya 20 hezar û 605 malbatan a bi elektrîkê hate çareserkirin.

Hevşaredara Kantona Efrîn-Şehbayê Elîf Mihemed sîstema şaredariyê ya li kantonê, zor û zehmetiyên pê re rû bi rû dibin û karên xwe yên salane ji ANF'ê re nirxand.

ŞOPA ÇETEYAN HATE PAQIJKIRIN

Elîf Mihemed anî ziman ku Şehba salên dûr û dirêj bû hedefa êrîşên hikumeta Şamê, DAÎŞ'ê û dewleta Tirk û piştî dagirkirina Efrînê ji bo xelkê ku hat Kantona Efrîn-Şehbayê şaredarî seferber bû ku qadên jiyanê ava bike û got, "Çavkaniyên ser û binê erdê hatibûn talankirin, navendên av, elektrîk, destwerdana lezgîn a tibbî, hilberîna xurekê, bazar, her wiha avahiyek nema bû mirov xwe lê bistirên. Şert û merc jî tine bû ku karibe derfet bêne afirandin ji bo bersiv ji pêwîstiyên bingehîn ên gel re bêne dayin. Xelkê Efrînê ji neçarî li Şehbayê bi cih bûbûn ku ev herêm hînê nû ji dagirkeriyê hatibû rizgarkirin. Karê me yê destpêkê jî paqijkirina herêmê ji şopa çeteyan û hêzên dagirker bû. Seferberiyeke paqijiyê hate destpêkirin."

Elîf Mihemed diyar kir ku ji bo av û elektrîk bigihêje gel wan dest bi kar kir û got, "Bi vê armancê jenerator hatin bikaranîn. Elektrîk pêşkêşî gundan hate kirin. Ji ber kêmbûna bîrên avê, her wiha xerakirina bîrên heyî bi destê DAÎŞ'ê, pirsgirêkeke cidî ya avê hebû. Destpêkê me kalîteya avê kontrol kir, ku bi kêrî vexwarinê tê yan na. Bîrên hatin xerakirin jî ji nû ve hatin vekirin. Li nuqteyên krîtîk depoyên avê hatin danîn. Bi vî rengî av gihîşt gel."

'POLÎTÎKAYA KOMKUJIYÊ TÊ MEŞANDIN'

Elîf Mihemed anî ziman ku tevî kêmaniya derfetên şaredariyê jî ew hewl didin şaredariya gel a baş bimeşînin û got, "Hejmara xwe kêm jî be em hewl didin bi rêya wesayit û amûrên li ber destê xwe xizmetê bikin. Pêwîstiya me bi wesayitên mezin heye. Di nava 6 mehên derbasbûyî de me gelek zor û zehmetî dît. Bi taybetî 15'ê Sibatê li gorî biryara ku ji aliyê ÛNÎCEF'ê ve hate wergirtin, wê av ji kampan re neyê dayin. Av jî birîn. Biryara ÛNÎCEF'ê ya birîna avê, ambargoya hikumeta Şamê, êrîşên dewleta Tirk li gel birçîhiştina gelekî, her wiha tê wateya polîtîkaya komkujiyê."

Elîf Mihemed ragihand ku weke şaredarî wan bersiv dan pêwîstiyên 5 kampên koçberan ên li kampê û got, "Ji bo binesazî û kanalîzasyona li kampan ava bikin me karê xwe zêde kir. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên tenduristiyê em di nava hewldanan de ne. 6 salan ÛNÎCEF'ê av dida kampan. Ji ber ku ji nişka ve av hate birîn, li kampan pirsgirêkên cidî rû dan. Hate tespîtkirin ku bakterî û vîrûs bi lez belav bûne. Di vê mijarê de em bi hesas tevdigerin û hewl didin ku krîz bandorê li gelê me neke. Ji bo li kampê şert û mercên aram û jiyanî biafirînin, şaredariya me tevî gelê me yê li kampê karekî hevpar dimeşîne. Li ser girîngî û tesarûfa avê semîner têne lidarxistin. Divê em karibin çavkaniyên enerjiyê li ser bingeheke rast bi kar bînin û xwedî li derfetên xwe derkevin."

ŞAREDARIYEKE KU ZERARÊ NADE EKOLOJIYÊ WÊ BIBE ESAS

Elîf Mihemed destnîşan kir ku proje û polîtîkaya bingehîn a sala 2023'an li ser bingeha avê bû û got, "Li Kantonê 30 bîrên avê hene. Ev hejmar li gorî pêwîstiya herêmê kêm e. Bi mehên havînê re hejmara bîrên avê dadikeve 20'an. Ji ber vê yekê jî hin bîrên avê hatin kûrkirin. Bi armanca tedbîrê hejmara depoyên avê hatin zêdekirin. Karê paqijkirina hawirdorê û avakirina parkan jî dewam dike. Mirovên me bi taybetî giraniyê didin ser aktîvîteyên civakî, xwezayî. Jeneratorên cîhgir hatin peydakirin. Ji bo sererastkirina malên malbatên me yên zerar ji erdhejê dîtine, şaredariya me kar dike. Sîstema enerjiya rojê li hin tax, sazî û şehîdgehan hate danîn."

BER BI ŞAREDARIYEKE HÎN XURT

Elîf Mihemed diyar kir ku hin projeyên di sala 2023'an de hatin diyarkirin lê nekarî bêne temamkirin, wê di sala 2024'an de bêne dewamkirin û got, "Di sala 2024'an de em ê projeya xwe ya avêtina bermahiyan bixin meriyetê. Projeya xwe ya qîrkirina rê dewam bikin. Bi hevkariya Heyva Sor em ê projeya xwe ya tibbî bixin dewrê, civakeke ekolojîk ava bikin. Ronîkirina kolanên navçeyê wê bi sîstema enerjiya rojê bê kirin. Li navçeyên Ehdes, Fafînê û li Kampa Berxwedanê wê bîrên nû yên avê bêne kolandin. Li navçeyan û gundan wê şitil bêne çandin, karê qîrkirinê yên di sala 2023'an de nîvco man wê bêne dewamkirin."