BI DÎMEN

Ciwanên Kantona Firatê dest bi meşa dirêj kirin

Ciwanên Kantona Firatê li dijî komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê dest bi meşeke dirêj kirin. Meş wê sê rojan dewam bike.

Meşa dirêj a 3 rojan ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger tê lidarxistin.

Bi vê armancê bi dehan ciwan li navçeya Sirînê li hev kom bûn û ber bi navçeya Qinê dest bi meşê kirin.

Ciwanan bi dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Soza me tolhildan e" dest bi meşa xwe kirin ku wê bi 35 kîlometreyan bimeşin.

Beriya destpêkirina meşê Hevserokê Desteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Firatê Ehmed Werzîş axivî û komploya navneteweyî şermezar kir.

Ehmed Werzîş diyar kir ku heta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê timî li ser piyan bin û got, "Bila dewleta Tirk a dagirker baş zanibe ku em weke ciwan, em ê ti carî bêdeng nemînin û her tim berxwedanê bilind bikin."