QSD’ê nasnameya 6 şervanên xwe eşkere kir

QSD’ê nasnameya 5 şervanên xwe yên di êrîşa çeteyên girêdayî hikûmeta Şamê ya li bejahiya Dêrezorê de û şervanekî li Minbicê şehîd bibûn, eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) nasnameya 5 şervanên xwe yên li bejahiya Dêrezorê di êrîşên çeteyên girêdayî hikûmeta Şamê de û şervanekî li Minbicê şehîd bibûn eşkere kir.

Daxuyaniya QSD’ê wiha ye:

"Roja înê, di êrîşeke tirsonak a çeteyên rejîma Sûriyeyê li gundewarên rojhilatê Dêrazorê de 5 şervanên me şehîd bûn; Çekdar (Ebdullah Mûsa El Ebdullah), Kara (Udey Beşîr El Fethî), Şerabî Hesekê (Udey Selman El Îbrahîm), Seqir (Hewaş Cemîl El Casim), Send (Xalid Mihemed El Mirî). Her wiha şervanek me Mixwar (Elî Hesan Ehmed) li Minbicê di dema bersivdana êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû.

Êrîşên krîmînîlîzekirinê yên rejîmê û çeteyên wê bûn sedem gelek hevrêyên me û sivîl şehîd bin û ev êrîşa bê bersiv derbas nabin. Hêzên me bi israr e sûcên bi tundî ceza bikin û li ku derê dibin bila bibin bi ser wan de bigirin.

Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin, xwîna wan vala naçe û em ê sînorekê ji çeteyan re deynin.

Nasnameyên şehîdan wiha ne;

Navê tevgerî: Mixwar

Nav û paşnav: Elî Hesan Ehmed

Navê dayikê: Edole

Navê bav: Hesan

Cih û dîroka jidayikbûnê: Hiwêce Elawî/1996

Cih û dîroka şehadetê: Minbic-09.02.2024.

 

Navê tevgerî: Çekdar

Nav û paşnav: Ebdullah Mûsa El Ebdullah

Navê dayikê: Sûriye

Navê bav: Mûsa

Cih û dîroka jidayikbûnê: Tebqa/2003

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-Hecîn Şeife-09.02.2024.

 

Navê tevgerî: Kara

Nav û paşnav: Udey Beşîr El Fethî

Navê dayikê: Malke

Navê bav: Beşîr

Cih û dîroka jidayikbûnê: Dêrazor-Seilo/2004

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-Hecîn Şeife-09.02.2024.

 

Navê tevgerî: Şerabî Hesekê

Nav û paşnav: Udey Selman El Îbrahîm

Navê dayikê: Besme

Navê bav: Selman

Cih û dîroka jidayikbûnê: Hesekê-Xişman/2006.

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-Hecîn Şeife-09.02.2024.

 

Navê tevgerî: Seqir

Nav û paşnav: Hewaş Cemîl El Casim

Navê dayikê: Emşe

Navê bav: Cemîl

Cih û dîroka jidayikbûnê: Dêrazor-El Mohesen/1963

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-Hecîn Şeife-09.02.2024.

 

Navê tevgerî: Send

Nav û paşnav: Xalid Mihemed El Mirî

Navê dayikê: Selwa

Navê bav: Mihemed

Cih û dîroka jidayikbûnê: Tebqa/2000

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-Hecîn Şeife-09.02.2024."