Dewleta Tirk li Efrînê jinek revand
Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Raco ya Efrînê jina bi navê Rula Hemdo a 38 salî revand.
Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Raco ya Efrînê jina bi navê Rula Hemdo a 38 salî revand.
Li gorî nûçeya Efrîn Postê, çeteyên dewleta Tirk a dagirker di 9’ê Sibatê de jina Kurd a bi navê Rula Hemdo (38) li Ezazê revandin. Rula Hemdo ji navçeya Raco ye û li navenda bajarê Efrînê dimîne û dema ku xwest li gel hevalên xwe biçe bajarê Ezazê ji aliyê çeteyên "Têkoşîna li dijî Terorê" ve hat revandin.
Heta niha çarenûsa Rula Hemdo nayê zanîn.