BI DÎMEN

Li Kobanê cenazeyê şehîd Sorxwîn Rojhilat bi merasîmeke girseyî hate veşartin

Şêniyên Kantona Firatê şehîd Sorxwîn Rojhilat bi merasîmeke girseyî spartin axê û Çîçek Kobanê jî bi bîr anîn. Di merasîmê de soza tolhildanê hat dayîn.

Di 11’ê Sibata 2024’an de balafirên bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker û faşîst li hemberî Federasyona Gaziyên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê êrîşeke nemerdane pêk anî. Di vê êrîşê de fermandar Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrik şehîd bûn. Şehîd Çîçek Kobanê jî ku 30’ê Çileyê li Basilê şehîd bû, hate bîranîn.

Îro gelê Kobanê bi merasîmeke girseyî cenazeyê şehîd Sorxwîn Rojhilat li goristana Şehîd Dîcle spart axê. Piştî deqeyekê rêzgirtinê yek ji Fermendarên YPJ’ê Rojda Felat axivî û got: " Em ê tola şehîdên xwe hilînin û ti carî jî vê yekê ji dijmin re nahêlin. Sorxwîn hêviya xwe ew bû ku li Kobanê û di goristana Şehîd Dîcle de cih bigre. Bi kesayeta xwe ya dilnizim bi her awayî têdikoşiya. Em wek hevrêyên Sorxwîn em soz didin ku em ê tola wê hilînin."

Li ser navê malbata şehîd Sorxwîn û li ser navê Gaziyên Şer ên Bakur û Rojhilatî Sûriyeyê Nûcan Rojhilat axivî û wiha got: "Hêzên dagirker li çiyayên azad ji bo tunekirina hêza gerîla serî li her rêbazê dide. Dixwaze vê netewê tune bikin, dixwazin di şexsê Rêber Apo de netewa me tune bikin. Gotina Heval Sorxwîn jî ew bû, divê em xwedî li welatê xwe derkevin em xwedî vî welatî ne divê em xwedî jî lê derkevin. Sorxwîn di nava şerê Kobanê de bi Gelhat, Sorxwîn û Abu Leyla re cih girt. Gotina heval Sorxwîn ew bû ku em ê civaka xwe, welatê xwe û netewa xwe biparêzin. Em ê jî xwedî li wê xeyalê Sorxwîn derkevin."

Birayê Şehîd Çîçek Kobanê, Berxwedan Berekat jî axivî û diyar kir ku ew ê tola hemû şehîdan hilînin û got: "Bila dengê me bigihije, dijmin em ê tola şehîdan rakin, em şervanên Rêber Apo ne."

Piştra nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hat kirin. Şehîd bi berzkirina dirûşmeyan hate veşartin.