BI DÎMEN

'Dixwazin gundên me vala bikin, lê em dest ji warê xwe bernadin'

Êrîşên dewleta Tirk bi ser herêmên Şehba û Şêrewa bi rojane berdewam dike. Ji şêniyên herêmê Mihemet Gênco yê 70 salî diyar kir ku ew ê herêmê neterikînin û li kêleka şervanên xwe wê li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi rojane êrîşên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi taybetî jî li ser herêma Şehba û Şêrewa didomîne. Li hemberî wê jî xelkê herêmê bi israr in ku xaka xwe bernedin.

Her wiha duh bi şev dewleta Tirk a dagirker li gundê Bênê nuqteyeke hikumeta Şamê topbaran kir û di encamê de leşkerekî hikumetê Şamê mir. Di êrîşê de welatiyê bi navê Ciwan Eswed jiyana xwe ji dest da û welatiyê bi navê Ednan Kito jî birîndar bû.

Mihemed Gênco yê 70 salî yê ji gundê Bênê ya navçeya Şêrewa ya Efrîna dagirkirî, diyar kir ku her der tê topbarankirin lê dîsa jî ew dest ji erdê xwe bernadin û wiha got: "Ji ber êrîşên rojane yên li ser gundê me, topek li paş malê sivîlekî teqiya. Di encamê de darên zeytûn û behîvê ji kokê ve hil bû û xwediyê malê jî krîza dil derbas kir. Bi lezgînî birin nexweşxaneya Helebê da ku tedawî bibe. Dagirkeriya Tirkiyeyê bi van êrîşan dixwaze gundên me vala bike û weke Efrînê dagir bikin û talan bikin. Lê bila her kes baş vê yekê baş bizane ku, ev erd erdê me ye, şeref û namûsa me ye. Eger xaka me tunebe em ê jî tune bibin. Ji ber wê em ti gavan paşve navêjin, berê me wê her tim ber bi Efrînê ve be. Ez ê bi temenê xwe ya 70 salî li kêleka şervanên xwe bisekinim û li dijî dijmin şer bikim û em nahêlin têkevin nav xaka me."