BI DÎMEN

Li Şêrawayê di êrişa dewleta Tirk de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan

Artêşa dewleta Tirk a dagirker doh bi şev bombe li gundekî Şêrawayê barand. Di encamê de leşkerekî Şamê û şêniyekî ji herêmê jiyana xwe ji dest da.

Artêşa Tirk a dagirker şevê din (12’ê Sibata 2024’an) gundê Bênê yê navçeya Şêrawayê ya kantona Efrîn û Şehbayê topbaran kiribû. Di topbaranê de nuqteyeke hêzên hêzên hikumeta Şamê û derdora wê hatibûn hedefkirin.

Di encama topbaranê de leşkerekî Şamê û welatiyek bi navê bi navê Ciwan Eswed jiyana xwe ji dest da. Welatiyê bi navê Ednan Kîto birîndar bû. Erebeya her du welatiyan jî derbe xwar.