Li Dêrik û Kobanê komplo hate şermezekirin

Komploya 15’ê sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarên Dêrik û Kobanê yên Rojava hate şermezarkirin.

Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan dewam dikin.

DÊRIK

Meclîsa bajarê Dêrikê bi boneya Komploya Naveteweyî ya 15’ê Sibatê civînek li Stada Kornîş lidar xist. Bi sedan şêniyên bajar û gundên Dêrik, herêmên Koçerat û Beravê beşdarî civînê bûn.

Piştî deqeya rêzgirtinê, endamê meclîsa Dêrikê Rûbar Elî axivî û diyar kir ku Abdullah Ocalan ji 25 salan ve ji bo mafên gelan li girava Îmraliyê têdikoşe.

Rûbar Elî anî ziman ku gelê Kurdistanê deyndarê Abdullah Ocalan e û bal kişand ser çalakiyên fedaî yên bi dirûşma "Kes nikare Roja me tarî bike" û wiha domand: "Bi sedan keç û xort ji bo têkbirina planên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd bedena xwe dan ber agir, ji gel xwest ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê xurt bikin."

Piştre beşdaran li dengê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan guhdar kir. Civîn bi dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Bimire Komploya Navneteweyî" bi dawî bû.

KOBANÊ

Bi heman armancê Hêzên Parastina Civakî (HPC) û Kongra Star li navçeya Şêranê ya kantona Firatê kon veda. Kon li pêşiya avahiya Şaredariya Gel a navçeyê Şêranê hate venda û şêniyên navçeyê herikîn bin kon. Di bin kon de axaftin hatin kirin. Rêvebera Kongra Star a Şêranê Litfiyê Mehmûd komploya navneteweyî şermezar kir û got: "Dewletên hegemon bi komployeke qirêjî Rêber Apo dîl girt. Ji vê komployê armanc kirin ku ramanên Rêber Apo di nava gel de belav nebe. Lê Rêber Apo xwedî fikr û kedeke mezin di hundir Rojava de ye. "

Rêveberiyê Meclîsa navçeya Şêranê Xelîl Mistefa wiha got; "Di sala 1999’an de Rêber Apo bi komloyeke qirêjî bi destê dewletên navneteweyî dîl hat girtin. Em vê komployê şermezar dikin. Em ê her tim têkoşînê bilind bikin da ku Rêber Apo bi fîzîkî di nava xwe de bibînin."

Çalakiya kon dê heta danê êvarê dewam bike.