Li Mêrsînê serdegirtinên malan

Li navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê di saetên êvarê de bi ser malan de girtin. Di serdegirtinan de herî kêm 2 kes hatin girtin û operasyon dewam dike.

Polîsên Tirk di saetên êvarê de bi ser mala malbata Aba ku li Taxa Şevket Sumer ya navçeya Akdenîz a Mêrsînê ye, girtin. Polîsan mal nava hev xistin, Yoldaş Aba û apê wî Sedat Aba binçav kirin. Her wiha polîsan avêtin ser kargeha malbata Aba. Hate diyarkirin ku di dema serdegirtinê de teqînek pêk hatiye. Derbarê sedema teqînêde agahî bi dest neketin.

Hate diyarkirin ku polîsên Tirk bi awayekî hemwext  bi ser gelek navnîşanan bajêr girtine û dibe hejmara binçavkirinan zêde bibe. Derbarê operasyonên ku didomin de agahî bi dest neketin.