YPG'ê nasnameya şehîdekî eşkere kir

YPG'ê ragihand ku şervanê wan Cabir El Ebo di qezeyeke trafîkê de şehîd bûye.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kirin: "12’ê Sibata 2024’an, li navçeya Girkê Legê, hevrêyê me Cabir El Ebo dema ku ji bo îcazeyê diçû mala xwe, di encama qezayekê de şehîd bûye.

Hevrêyê me Cabir li navçeya Girkê Legê ji dayik bû û ji pêkhateya Ereb a vê herêmê ye. Xelkê me yê Girkê Legê ku piraniya wan Kurd û Ereb in, di destpêka Şoreşa Rojava de li hember dagirkeriyê xeta berxwedanê pejirandine û di serkeftinên hêzên me yên sala 2013’an li dijî dagirkeran de para wan cihê şanazî û serbilindiyê ye. Apê hevrêyê me û hevalê me Mehmûd di berxwedana Rimêlapaşa ya di dîroka Şoreşa Rojava de cihekî girîng digire, şehîd bû. Xeteriya dijmin ne tenê li ser gelê Kurd bû, di heman demê de li ser hemû xelkên li vê herêmê xeteriya dijmin hebû. Hem ji ber şehadeta apê xwe û hem jî ev rastiya dijmin da diyarkirin ku wê hevrê Cabir hîn zelaltir bikeve ferqa wê û lêgerîna xwe ya têkoşîna azadiyê bidomîne. Weke her mirovekî li ser vê axê dijî armancekê wî hebû ku ew jî azadiya hemû gelan û jiyaneke bi hev re bû. Hevrê Cabir bi vê rastiyê lêgerîna xwe ya têkoşînê temam kir û sala 2017'an ji warê ku lê ji dayik bû tevlî nava refên me bû.

Em sersaxiyê di serî de ji malbata hêja ya hevrêyê me Cabir û ji hemû gelê me yê welatparêz re dixwazin. Em careke din soz didin ku bîranîna hevrêyên xwe di têkoşîna me ya azadiyê de bidin jiyandin û her tim zindî bihêlin.

Nasnameya hevrêyê me yê şehîd wiha ye:

Nav û Paşnav: Cabir El Ebo
Navê Dayikê: Emîne
Navê Bav: Ehmed
Cih û Dîroka Şehadetê: Girkê Legê/12’ê Sibata 2024"