MLKP: Werin em bi coş û heybeta Newrozê li qadên 1’ê Gulanê bin

MLKP Kurdistan da xuyakirin ku seferberi re tineye û got, “Ji şer re bêjin na! Di 1'ê Gulanê de hemû qadan bi têkoşîna heybet a li dijî şer û xîzaniyê bihejin.”

MLKP-KURDISTAN

Partiya Marksîst Lenînîst Komunîst-Kurdistan (MLKP Kurdistan) di peyama xwe ya bi wesîleya 1’ê Gulanê Cejna Karkeran de amaje bi wê yekê kir ku dewleta Tirk bi provokasyona şovenîst-nijadperest dixwaze bikeve nava şerekî ku gel hîn zêdetir feqîr bike û got: “Ji şer re bêjin na! Li  ser rêyên ku sewqiyatên leşkerî tên kirin bendan deynîn. Li kargehên ku wesayîtên şer tên çêkirin hilberînê rawestînin. Nebin tetikkêşê li hemberî xwişk û birayên xwe yên Kurdistanê.”

Peyama MLKP Kurdistanê ya 1’ê Gulanê wiha ye:

“Em silavên xwe ji çîna karker û kedkarên cîhanê yên Rojhilata Navîn û Kurdistanê re dişînin. Di şert û mercên ku hukmê şer û dagirkirinê didome û pêşbaziya di navber a mêtingeran dijwar bûye de em ber bi 1’ê Gulanê ve dimeşin.”

Ji parzemînên Efrîka, Asya, Ewropa, Amerîka û Awûstralyayê kedkar û karker li dijî pergala mêtingeriyê dadikevin qadan. Wêrekî û hêzê didin hev. Em berxwedan û êşa xwişk û birayên xwe yên Fîlîsstînî bi awayekî herî kûr dijîn. Em 1’ê Gulanê li kesên li dijî kapîtalîzm, mêtingerî, faşîzm û desthilatdariya mêr li ber xwe didin û têdikoşin pîroz dikin.

1'Ê GULANÊ LI KURDISTANÊ BANGA ŞERÊ LI DIJÎ ŞER E

Dewleta Tirk a faşîst a mêtinger, ji bo Bakurê Kurdistanê di bin dagirkeriya xwe de bihêle, dagirkirina Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê li Rojava berfireh bike; Li Başûrê Kurdistanê jî di bin navê “korîdora ewlehiyê” de dixwazin êrîşên xwe yên li ser xeta Behdînan, Metîna û Garê veguherînin dagirkeriyê.

Di 22’yê Nîsanê de çûna şefê dewleta faşîst a mêtinger a Bexda û Hewlêrê sê rojevên sereke bû. "Projeya Rêya Pêşketinê", "Ava Firat û Dîcle" û "Tasfiyekirina PKK'ê". Dewleta Tirk ji bo bicihanîna her du rojevên pêşî şertê tasfiyekirina PKK’ê danî holê.

Artêşa Tirk; Li herêmên gundên Asê, Yekmalê, Xirabê, Xankê û Şêlazê yên Metînayê, êrîşeke nû ya dagirkeriyê da destpêkirin. Li Metînayê bomberdûmana bi balafirên şer, helîkopter, top û obusan bênavber didome. Dewleta Tirk dixwaze 87 baregehên xwe yên li Iraq û Başûrê Kurdistanê mayînde bike.

Statuya Başûrê Kurdistanê nas nake. Şefê faşîst Erdogan di serdana xwe ya Hewlêrê de guh neda ala Başûrê Kurdistanê. Di wê alê de xwîn û keda pêşmerge û gelê Kurd ku di têkoşîna netewî de cih girtine heye. Berpirsiyarê vê bêhurmetiyê PDK/Malbata Barzanî ye ku Hewlêr bi alên Tirkiyeyê xemilandiye.

Dewleta Tirk a faşîst a mêtinger li Bakur, Başur, Rojhilat û Rojava li dijî destkeftiyên gelê Kurd şerekî topyekûn dimeşîne. Ji ber ku ew mêtinger e, dagirker e, qirker e. Ji ber ku ew xencera Osmanî ye ku li sînga Kurdistanê hatiye xistine. Ji ber ku dewleteke kapîtalîst a ku li pey xeyalên xwe yên emperyalîst ve diçe ye. Dijminê ked û karkeran e. Dijminê ax, hewa, derya, çem û daristanê ye.

JI BO PARASTINA KED Û AXA XWE LI HEMÛ ENIYAN ŞER BERFIREH BIKIN

Kurd, Ereb, Tirk, Fars, Asûrî, Keldanî, Suryanî, Tirkmen, Çerkez, Azerî, Ermenî û karker û kedkarên ji hemû bawerî;

Bi sedsalan e ku di nav me de tovên nakokiyê diçînin, me li hember hev dizêrînin. Em çiqasî dijminatiyê bikin, dagirker, mêtinger û yên ku keda me îstîsmar dikin, ewqas di kêf û zewqê de dijîn.

Dewleta Tirk di 31’ê Adarê de li Bakurê Kurdistanê şikestineke mezin jiya. Li Wanê hewl da vîna gel destser bike lê bi ser neket. Êrîşa qeyûman bi serhildana Wan têk çû. Şoreşa me ya li dijî êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên li ser Rojava li ser piyan e! Gerîla hem xwe û hem jî Kurdistanê diparêze.

Dibe ku em ji netewe, civakên netewî, zayend û baweriyên cuda bin. Lê em karker, gundî, kedkar in. Em dikarin li ser esasê wekhevî, azadiya civakî û şoreşa jinê tevahiya pêkhateya Rojhilata Navîn a hatiye dabeşkirin û parçekirin ji nû ve ava bikin. Em têkevin destên hev û mil bi mil têbikoşin. Bi hêza têkoşîna rizgariya zayendî, netewî û çînî werin em bi coş û heybeta Newrozê li qadên 1’ê Gulanê bin. Werin em li dijî êrîşên qeyûman û dagirkeriyê serî hildin. Ji bo parastina ked û xaka xwe em li her eniyê şer berfireh bikin.

BANG JI BO KARKER Û KEDKARÊN TIRK: JI ŞER RE BÊJIN NA

Banga me ji karker û kedkarên Tirk re ev e;

Dewleta Tirk bi zêrandina hestên şovenîst-nijadperestî dixwaze bikeve nava şerekî ku hê zêdetir bibe sedema feqîrkirina gel. Dewleta Tirk bi provokasyona şovenîst-nijadperest dixwaze bikeve nava şerekî ku gel hîn zêdetir feqîr bike  Pereyê bombe û balafirên bêmirov ji xwêdana we tê dizîn. Bêrîka Bayraktaran tijî dike. Me dikujin.

Ji şer re bêjin na! Li  ser rêyên ku sewqiyatên leşkerî tên kirin bendan deynîn. Li kargehên ku wesayîtên şer tên çêkirin hilberînê rawestînin. Nebin tetikkêşê li hemberî xwişk û birayên xwe yên Kurdsitanê. Di 1'ê Gulanê de hemû qadan bi têkoşîna heybet a li dijî şer û xîzaniyê bihejin!

Werin em di 1’ê Gulanê de li dijî şerê emperyalîst û mêtinger şerê gelan berfireh bikin û ala sosyalîzmê li ba bikin.”