BI DÎMEN

Êrîşa bêexlaqî ya li dijî gaziyên şer hate şermezarkirin

Êrîşa bêexlaqî ya dewleta Tirk a li dijî gaziyên şer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gelek bajaran bi daxuyaniyan hate şermezarkirin.

Ji bo şermezarkirina hedefgirtina avahiya Federasyona Gaziyên Şer a Qamişlo ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Çilaxa, Meclisa Malbatên Şehîdan û Federasyona Gaziyan Şer a Helebê, malbatên şehîdan ên Dêrikê, Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê û meclisa Malbatên Şehîdan a Kampa Newrozê bi daxuyaniyên cuda destnîşan kir ew hedefgirtin karekî derexlaqî ye.

Li navçeya Çilaxa bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan li pêşiya avahiya meclisê ji hêla endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Çilaxa Husam Hisên ve bi beşdariya endamên meclisê, endamên saizyên sivîl û xizmetguzarî daxuyaniyek hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em kiryrarên dewleta Tirk a dagirker û hedefgirtina avahiya Federasyona Gaziyan Şer a bajarê Qamişlo bi tundî şermezar dikin. Ev hedefgirtin derexlaqî ye."

Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên mirovî hat kirin ku sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi taybetî gaziyên şer ên ku ji bo parastina cîhanê ji terora DAIŞ'ê beşên laşê xwe ji dest dane, rawestînin.

Di dawiya daxuyaniyê de soza domandina têkoşînê li ser şopa Rêber Abdullah Ocalan heta pêkanîna armancên şoreşê hat dayîn.

HELEB

Meclisa Malbatên Şehîdan û Federasyona Gaziyan Şer a Helebê êrişa dewleta Tirk dagirker li dijî navenda gaziyan a li Qamişlo bi daxuyaniyekê şermezar kir. Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê Rewşan Mihemed li nêzî Qada Şehîdan a taxa Şêxmeqsûdê bi beşdariya malbatên şehîdan û endamên Federasyona Gaziyên Şer daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hedefgirtina navenda gaziyan hat şermezarkirin û bang li Koalîsyona Navneteweyî, desteya Neteweyên Yekbûyî (NY) û rêxistinên hiqûqî hat kirin ku zextê li pergalên terorîst bikin û kiryarên wan ên derexlaqî û derqanûnî rawestînin.

Li Dêrikê bi dehan malbatên şehîdan li pêş Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê kom bûn û ji bo şermezarkirina êrişa li dijî avahiya Gaziyên Şer a Qamişloyê daxuyaniyek da.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Dicle Ehmed daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de êriş hat şermezarkirin û hate gotin Koalîsyona Navneteweyî bi bêdengiya xwe berpirsiyarî vê êrişê ye.

Her wiha Meclisa Malbatên Şehîdan a Kampa Newrozê ya girêdayî Dêrikê jî bi daxuyaniyekê de êrişa li dijî avahiya gaziyên şer şermezar kir.

Endamê Meclisa Kampa Newrozê Mihemed Xêr Qasim daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku malbatên şehîdan ên di Meclisa Kampa Newrozê, meclisa kampê û tevahî şênî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê şermezar dikin, her wiha bang li tevahî dewletên berpirsê mafên mirovan e dikin ku van êrişên hovane bi dawî bikin.

QAMIŞLO

Bi dehan şêniyên bajarê Qamişlo ji bo şermezarkirina êrişa dewleta Tirk a dagirker li ser Fedrasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ber cihê bûyerê kom bûn.

Li cihê bûyerê bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo daxuyanî hat dayîn, daxuyanî bi zimanê Kurdî ji aliyê Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Mehsûm Hesen û bi zimanê erebî ji aliyê Rêvebera Meclisa Jin a Meclisa Malbatên Şehîdan li Kantona Cizîrê Hêvî Seyid ve hat xwendin

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku destkeftiyên Şoreşa Rojava rastî nerazîbûnê ji aliyê dagirkeran vet ê, dewleta Tirk a dagirker dixwaze aramiya ku gel li ser axa xwe dijîn têk bibe û wiha got: “Dewleta Tirk binesaziya me hedefdigire, îro jî careke din gaziyên me yên ku li beramberî DAIŞ`ê parastina gelan kiriye, dike.”

Her wiha dan zanîn ku divê li hemberî van êrişan raya giştî helwest nîşan bide û bêdeng nemîne. Bang li aliyên peywendîdar kir ku zextê li dewleta Tirk a dagirker bike da ku sûcên xwe li dijî gelan rawestîne.

Daxuyanî destnîşan kir ku wê gel her li ser piyan bin û ji bo parastina destkeftiyên şehîdên, azadiya Rêber Abdullah Ocalan tê bikoşin.