Guherîn û veguherîna Reqayê cihê hêviyê ye

Reqayê xwe ji bandora hilweşîner a şer û dagirkeriya DAÎŞ'ê rizgar kir û ji bo jinûve geşbûnê gav avêt. Guherîn û veguherîna li bajêr cihê hêviyê ye.

Reqa ku li qiraxa Çemê Firatê ye, çaremîn bajarê herî mezin ê Sûriyeyê ye, xwedî girîngiyeke dîrokî û çandî ye. Dema ku di bin dagirkeriya DAÎŞ'ê de bû gelekî zerar dît, lê salên dawî bi karên jinûve avakirinê veguherî rewşa xwe ya berê. Hewl dide bibe bajarê hêviyê.

Mirovên ku di bin dagirkeriya DAÎŞ'ê de man, zext û zilmeke mezin li wan hate kirin; êşkence û kuştin mîna bûyerên ji rêzê li wan dihatin ferzkirin. Binesazî û berhemên dîrokî yên Reqayê zerareke mezin dîtin. Bi taybetî koletî li jinan hate ferzkirin. Neçar hatin hiştin ku li gorî pîvan û feraseta olî ya DAÎŞ'ê tevbigerin. Mafên wan ên perwerdeyê ji wan hatin standin, li derveyî kar hatin hiştin. Li wan hate qedexekirin ku bi tenê ji malê derkevin û bigerin. Ne tenê ji aliyê fîzîkî ve ji aliyê derûnî ve jî êşên giran bi jinan hatin kişandin.

JIN ÊDÎ AZAD IN

Li Reqayê ku ji DAÎŞ'ê hate rizgarkirin jin careke din ji paşerojê bi hêvî bûne. Pêvajoya jinûve avakirina bajêr firsendên nû pêşkêşî jinan dike. Jin êdî dikarin bi rengekî azad tevlî perwerdeyê bibin, tevlî kar bibin û li her qada civakê bi roleke çalak rabin. Jinên ku di nava her saziyan de hene, li Reqayê ku demeke nû ya bi hêviyê destpê kiriye, ji ber azadiya xwe kêfxweş in. Jinên ku tehma azadiyê kirine, ji ber ku ne di bin zext û tirsê de ne, kêfxweş in, bi rengekî azad li kolanan digerin. Li nava avahiyên hilweşiyayî jinên rû li ken û zarokên kêfxweş, êdî bi rengekî azad digerin, jin dikarin tevî zarokên xwe li parkan bin. Azadiya bajêr guherîneke erênî da jiyana mirovan. Lewma ji bo paşerojê jî hêvî afirand.

ZAROK JÎ KÊFXWEŞ IN

Di bin rêveberiya zalim a DAÎŞ'ê de zarokan gelek zehmetî kişandin. Îdeolojiya radîkal û zordar a DAÎŞ'ê bandoreke giran li jiyana zarokan kir. Mafên wan ên perwerdeyê ji wan hate standin, dibistan hatin girtin û neçar hatin hiştin ku tevlî bernameyên perwerdeyê yên li ser bingeha olperestiya radîkal bêne kirin. Aktîvîsteyên bingehîn ên zarokatiyê yên mîna lîstinê, beza li qadan ji ber tirs û zexta DAÎŞ'ê nepêkan bû. Zarok li propagandaya DAÎŞ'ê rast hatin, neçar man bi dîmenên ji tundiyê mezin bibin. Li Reqayê ku ji DAÎŞ'ê hate rizgarkirin, ji bo zarokan demeke bi hêvî destpê kir. Pêvajoya jinûve avakirinê derfetên jiyaneke zarokatiyê ya asayî ya bi lîstik û perwerdeyê pêşkêş kir. Zarok êdî li kolanan dilîzin, bi futbol dilîzin, bi dayikên xwe diçin bazarê. Li bajêr ku piştî hilweşînê pêvajoya jinûve avakirinê destpê kiriye, zarok di nava jiyaneke bi ewle û tenduristiyê de mezin dibin. Zarok êdî dikarin biçin dibistanê, dikarin bilîzin û ji bo paşerojê bi hêvî ne. Piştî rojên tarî êdî deriyên paşerojeke ronahiyê li zarokan vedibe.

ŞOPA ŞER LI HER DERÊ YE

Şopa şer li her devera Reqayê bi şênberî tê dîtin. Avahiyên hilweşiyayî, binesaziya têkçûyî, bajarê bûye mîna kavilekî bi şênberî nîşan didin. Bermahiyên şer, rojên bi êş tîne bîra mirovan. Di heman demê de bajar jinûve tê ser xwe û geş dibe. Gel di nava şopa êşa şer de jiyana xwe dewam dike, ji bo paşerojê jî bi hêvî ye. Kavilê li nava bajêr gav bi gav tê rakirin, bajar tê paqijkirin, şêniyên bajêr serê sibehê dest bi kar dikin, bi şev jî jiyan nasekine.

ŞOPA ŞER TÊ JÊBIRIN

Guherîna li Reqayê bi çavan tê dîtin. Li şûna avahiyên hilweşiyayî, avahiyên nû têne çêkirin, her wiha gelek ji wan têne nûkirin. Xebatên binesaziyê yên li bajêr bi xurtî dewam dikin û jiyan li rewşeke asayî vedigere. Mirov ji bo pêçandina birînên şer, ji bo jinûve geşkirina bajêr gelekî hewl didin. Bazar, kolan, park jinûve geş bûne. Guherîna li Reqayê ji bo paşerojê bûye hêvî. Hewl tê dayin ku şopa şer bê jêbirin û bedewiya berê bê afirandin.