BI DÎMEN

Xelkê Efrînê: Rizgarkirina Efrînê bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye

Şêniyên Efrînê ku 6 sal in li Şehbayê koçber in, diyar kirin ku wê bi her awayî ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan têbikoşin û gotin: “Rizgarkirina Efrînê bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye.”

Şêniyên Efrînê ku 6 sal in li Şehbayê koçber in, destnîşan dikin ku bi dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwestin wan jê qut bikin û diyar kirin ku tu hêz nikare wan ji rêberê wan qut bike.

Xilosî Hiso yê ku li kampa Berxwedan a Şehbayê koçber e diyar kir ku rizgarkirina Efrînê bi azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan ve girêdayî ye û wiha got: "Em weke koçberên Efrînê ku 6 sal in li Kampa Berxwedan a Şehbayê jiyan dikin; Bi salvegera dîroka reş 15'ê Sibatê birîna me nû dibe. Bi komploya navneteweyî ku Rêber Apo dîl hatiye girtin xwestin îradeye hemû gelê Kurd tune bikin û wan dîsa asîmîle bikin. Her wiha têkliyeke xurt di navbera gelê Efrînê û Rêber Apo de heye ji ber ku gelek civînên Rêber Apo gelê Efrînê tê de hazir dibûn. ji ber wê jî dagirkirina Efrînê berdewamiya komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo ye ji bo wê heya Rêber Apo bi awayekî fîzîkî azad nebe Efrîna me jî rizgar nabe. Em ê bi her awayekî têkoşîn bikin ta ku Em rêberê xwe azad bikin û Efrîna xwe jî rizgar."

Fewzî Mistefa jî bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: "Bi Tecrîda ku niha li ser Rêber Apo ji aliyê dewletên navneteweyî ve, hatiye ferzkirin; dixwazin nêrînên Rêbertî ji gel bidin qutkirin. Ji ber ku dizanin Rêber Apo dema axaftinekê dike hemû gelê Kurd û gelên Neteweya Demokratîk radibin ser piyan. Her wiha ya din ji ber ku di fikir û felsefeya Rêber Apo de çareserkirin ji pirsgirêka Kurd û hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîne re heye. Ji ber ku dema mirov  parêznameya Pêncemîn a Rêber Apo dixwîne hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn tê çareserkirin û li hemberî sîstema dewletê weke modeleke nû ya xwebirêvebirinê ye. Ji ber wê dewletên hegemon û hemû raya navneteweyî biryar standin ku pêwîste dengê Rêber Apo ji Îmraliyê dernekeve. Em weke gelê Efrînê ku li herêma Şehbayê jiyan dikin, komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo bi tundî şermezar dikin her wiha kesên ku xwe weke mafdarên mirovan pênase dikin pêwîste ji bo doza Rêber Apo tevbigerin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi her awayî şer bikin."

Semîre Mihemed jî têkildarî girîngiya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo jinan wiha got: "Em weke jinên Efrînê li Şehbayê koçber in dizanin ku bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo me xwe nas kir. Ji ber vê yekê em bang li hemû jinên Kurdistanê dikin ku bibin yek û ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo kar bikin û sîstema Îmraliyê hilweşînin û azadiya xwe û ya Rêber Apo misoger bikin. Ji ber ku azadiya Rêber Apo bi azadiya jinê ve girêdayî ye, ji bona wê jî em weke jinên Efrînê komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi tundî şermezar dikin û em soza berdewamiya kar û xebatê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo didin."