YNK: PDK nahêle li Kekûkê waliyên Kurd bê hilbijartin
Endamê Polîtburoya YNK'ê diyar kir ku PDK nahêle li Kekûkê waliyên Kurd bê hilbijartin û gelê Kerkûkê jî ji vê helwestê zirar dibîne.
Endamê Polîtburoya YNK'ê diyar kir ku PDK nahêle li Kekûkê waliyên Kurd bê hilbijartin û gelê Kerkûkê jî ji vê helwestê zirar dibîne.
Endamê Polîtburoya YNK'ê Şalaw Elî Leşkerî derbarê helwesta YNK û PDK'ê ya derbarê walîtiya Kerkûkê de daxuyaniyek da.
Şalaw Elî Leşkerî da zanîn ku partiyên Kurdistanî yên li Kerkûkê xiyanet li gelê Kurd kirin û got, “Eger bi lîsteyeke hevbeş têketana hilibjartinê, wê demê Kurd piranî bi dest bixistana. Ji ber ku PDK walîyekî Kurd û YNK’î qebûl nake, walîyekî Ereb li Kerkûkê li ser kar e. Xelkê Kerkûkê ji vê rewşê zerarê dibînin.”
Şalaw Elî Leşkerî her wiha got, YNK êdî şert û mercên PDK'ê qebûl nake.
Di hilbijartinên encumena parêzgeha Kerkûkê de Kurdan bi giştî 7 kursî bi dest xistin. Lê ji ber ku PDK û YNK li ser namzetê Kurd ji bo parêzgariyê li hev nekirin, heta niha ti kes ji bo parêzgariya Kerkûkê nehatiye destnîşankirin.