Meşa li dijî êrîşa li hemberî Gaziyan: Dewleta Tirk DAÎŞ'ê diparêze

Li dijî êrîşa dewleta Tirk a li ser Federasyona Gaziyan a li Qamişloyê meşek hate lidarxistin. Di meşê de hate gotin, "Dewleta Tirk dixwaze têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê asteng bike."

Bi pêşengiya Kongra Star û bi beşdarbûna şêniyên Qamişlo, endamên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û saziyên civaka sivîl, ji bo şermezarkirina êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Qamişloyê ku duh hatibû kirin, meşek hat lidarxistin.

Şênî li Çerxerêya Sîvan a li Qamişloyê kom bûn, pankartên “Na ji êrişên dewleta Tirk re”, “Bi êriş û çemberan hûn nikarin îradeya me bişikînin” û “Gelên Sûriyeyê dagirkeriya Osmaniyan qebûl nakin” heta ber avahiya Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilata Sûriyeyê ya li taxa Erbewiyê meşiyan.


Meşvan li ber avahiya ber avahiya Federasyona Gaziyan rawestiyan. Li wir endama Rêveberiya Kongra Star Şaha Xelîl axivî û diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û herî dawî li dijî Federasyona Gaziyan bêexlaqî ye û got: "Gazî li hemberî DAIŞ`ê ya ku hatibû Rojava wêran bike, qehremanî kir û parçeyên bedena xwe dan. Ev hedefgirtina ji aliyê dewleta Tirk a dagirker tê wateya rêgirtina li ber têkoşîna wan.”

Şaha Xelîl destnîşan kir ku dê gelê herêmê bi fikra Rêber Abdullah Ocalan li ber xwe bide û wiha pê de çû: “Ev ne êrişa yekemîn e, dewleta Tirk her li dijî me êrişan pêk tîne; pêşeng û binesaziya herêma me dike hedef. Lê qet nikare îradeya me bişikîne.”

Endama Rêveberiya Kongra Star Şaha Xelîl bal kişand ser helwesta civaka navneteweyî ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got: “Em nema hêviyê bi wan tînin, ji ber ku heta îro bê deng in û di heman demê de hevkar in.”

Piştî axaftinê çalakî bi sloganên “Faşîst Erdogan” bi dawî bû.