PDK’ê nehîşt rojnamevan Silêman Ehmed bi parêzerê xwe re hevdîtinê bike

Asayîşa PDK’ê careke din nehişt parêzer bi edîtore Rojnewsê Silêman Ehmed re hevdîtinê bikin ku bi awayekî derhiqûqî tê girtin.

Tîma parêzerên edîtore Rojnewsê Silêman Ehmed serdana Asayişa Parêzgeha Duhokê kir lê asayişê dîsa nehişt bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin û kar li ser dosyaya wî bikin. Endamê tîma parêzeran got; “Diyar bû ku Silêman Ehmed li Girtîgeha Asayişa Duhokê ye, lê nehiştin ez hevdîtinê bi wî re bikim û wekalet jêre bê kirin.”

Parêzerê Silêman Ehmed li ser soza ku ji aliyê Komîsyona Mafê Mirovan a Duhokê ve hatibû dayîn, îro serdana Girtîgeha Ewlekariya Dihokê kir û biryar bû destûra bê dayîn ku bi Silêman Ehmed re hevdîtin pêk were. Lê berpirsên asayîşê fermanên Komîsyona Mafên Mirovan binpê kirin û nehiştin parêzerê wî Silêman Ehmed bibîne.

Parêzerê Silêman Ehmed, Rêvîng Yasîn di vê derbarê axivî û got; “Îro Lijneya Komîsyona Mafê Mirovan çûye Girtîgeha Duhokê û ji wan re gotiye Silêman Ehmed li vire. Ji min re gotin biçe emê wekaletê ji te re çekin ku tu Silêman Ehmed bibînî, lê dema ez çûm nehiştin ez wî bibînim.”

Parêzer Rêvîng di dewamê de got; “Ez ji saet 9:30’ê heta saet 14.00 li bendê bûm ku wekaletê ji min re çekin û serdana Silêman Ehmed bikim. Min gelek hewl da lê bê encam bû. Ji ber vê yekê min dîsa ji Komîsyona Mafên Mirovan ya Duhokê agahdar kir ku Asayişa Duhokê destûr neda min ez bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêkbînim. Ji ber vê yekê Komîsyona Mafên Mirovan soz da ku sibê vegere Girtîgeha Asayişa Duhokê û destûra min ji bo hevdîtina bi Silêman Ehmed re bigire.”

Rêvîng Yasîn wiha got; “Ger sibe Komîsyona Mafê Mirovan destûrê ji me re nestîne û bi cidî li ser vê dosyayê nexebite, em ê di civîneke çapemeniyê de helwesta xwe ji raya giştî ya Kurdistanê û navnetewî re ragihînin û îsbat bikin ku komîsyonê nekariye tiştekê bike.”

Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmeha 2023’yan ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmeha 2023’yan dema xwest di deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û 188 rojin agahî jê nayê girtin.

Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê di daxuyaniyek tejî berovajîkirin û nerast de got ku qaşo revandina rojnamevan Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamevaniye’ û bi eşkere gefa cezakirinê li rojnamevan Silêman kirin û îtiraf kirin ku wî revandine.

Li gel ku bertek û helwestên dijî revandina Silêman Ehmed zêde dibin, hêzên PDK di derbarê rewşa Rojnamevan Silêman Ehmed de tu agahî neda.