Ciwanên Ereb: Em ê li gel hêzên leşkerî xaka xwe biparêzin
Rêxistinên ciwanan ên Reqayê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji bo parastina axa xwe û rizgarkirina herêmên dagirkirî ew ê mil bi milê tevî hêzên leşkerî yên QSD’ê li qadan şer bikin.
Rêxistinên ciwanan ên Reqayê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji bo parastina axa xwe û rizgarkirina herêmên dagirkirî ew ê mil bi milê tevî hêzên leşkerî yên QSD’ê li qadan şer bikin.
Bi tevlîbûna hemû saziyên ciwanan li Reqayê ciwanan daxuyaniyek da û ragihand ku ew amade ne li dijî her êrîşê li ber xwe bidin.
Daxuyaniya rêxistinên ciwanan ên li Reqayê ji aliyê Îsmaîl Reqa ve hate xwendin. Reqa bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê û diyar kir ku dewleta Tirk bi van êrîşan dixwaze xewn û xeyalên Osmaniya nû pêk bîne.
Reqa qala raman û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî kir û got: “Dewleta Tirk di esasê xwe êrîşî raman û felsefeya Rêber Apo dike û dixwaze netewa demokratîk ji holê rake.”
Her wiha Reqa anî ziman ku dewleta Tirk bi hedefkirina navendên aborî û binesaziyê yên civakî dixwaze pirsgirêkên civakê yên aborî û jiyanî bitevizîne û tine bike.
Îsmaîl Reqa bal kişand ser serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ya bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ serî hildaye û destnîşan kir ku dewleta Tirk ji vê serhildanê ditirse ku belavî Bakurê Kurdistanê bibe.
Reqa da xuyakirin ku dewleta Tirk li çiyayên azad têk çû, bi van êrîşên li ser Rojava re dixwaze wê binketinê binixûmîne û di raya navxwe de weke serketinekê nîşan bide.
Herî dawî Îsmaîl Reqa got ku ew ciwan wê tola şehîdan hildin û mil bi milê hêzên leşkerî li hemû qadên têkoşînê de heta azadkirina xakên dagirkirî li ber xwe bidin û têbikoşin.
Piştî daxuyaniyê ciwanan dirûşmên ‘Bijî QSD’, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û ‘Tolhildan’ qîr kirin.