Xelkê herêma Feratê cenazeyên 3 şehîdan veşartin

Bi sedan kesên li herêma Feratê cenazeyên şehîd Mihemed Misto, Zêdo Esed û Xalid Xelîl ku duh li navçeya Sirînê ya Kobanê dema rabûna bi erka xwe ya leşkerî şehîd bûn, veşartin.

Bi sedan şêniyên herêma Firatê tev li merasîma veşartina cenazeyên Mihemed Misto (Mihemed Kobanê), Zêdo Esed (Zêdo Kobanê) û Xalid Xelîl (Xalid Kobanê) ku duh li navçeya Sirînê ya Kobanê dema rabûna bi erka xwe ya leşkerî şehîd bûn, veşartin.

Di merasîmê de hevseroka Meclîsa navçeya Şêran Lutfiye Silêman axivî û bêdengiya hêzên navneteweyî şermezar kir û got: "Divê li hember dewleta Tirk a dagirker têkoşîn bê gur û geşkirin.“ Lutfiye wiha got: "Her şehîdek li Goristana Şehîd Dicle birêkirin, li şûna wî/wê welatî hene ku parastina vê xakê bikin ku ewlehî û aramî misoger bibe. Ji berê wê em soz didin li hember hovîtiya dewleta Tirk li ber xwe bidin. Ji ber me êrîşê tu kesî nekiriye, dibêjin qey em lawaz in û hewil didin xaka me dagir bikin. Lê em ji wan re dibêjin ku em fêrî koletiyê nebûne û ne adeta me ye ku em xwe ji kesekî re deynin. Ji roja yekê ve me biryara ‘berxwedan jiyan e’ daye."

Li aliyekê din jî Hevserokê Desteya Perwerdehiyê ya herêma Firatê Bekir Ceradê axivî û got: "Dewleta Tirk a dagirker navendên perwerdehî û xizmetguzariyê dike hedef da ku moralê şêniyên li ber xwe didin têk bibe û çanda wan qir bike. Lê em ji cîhanê re dibêjin ku bila bînin bîra xwe ku vî gelê ku dewleta Tirk a dagirker hewil dide qir bike, ji bo we çi kir? Çawa hûn ji terora çeteyên DAÎŞ′ê rizgar kirin?"

Ceradê got ku dewleta Tirk a dagirker teror çêkir û berpirsên Tirkan terorê bi rê ve dibin û li cîhanê belav dikin. Ceradê di dawiyê de got armanca dewleta Tirk a dagirker têkbirina Rêveberiya Xweser e.

Di dawiyê de Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê wesîqeyên her sê şehîdan xwendin û radestê malbatên wan kirin.