Şêniyên herêma Firatê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd daketin qadan

Şêniyên herêma Firatê li dijî tecrîdê meşiyan û destnîşan kirin ku ji bo misogerkirina fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê bi xurtî li ber dagirkeriyê rabin.

Şêniyên herêma Firatê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, bi dirûşma "Bi ruhê gel ê şoreşgerî em ê şoreşa xwe bi ser bixînin û Rêber Apo azad bikin" daketin qadan.

Bi hezaran kes li Qada Jin a Azad li hev kom bûn û bi dirûşma "Bijî Serok Apo" heta Taxa Nû meşiyan.

Piştî meşê mîtîngek hate lidarxistin û ji Rêveberiya Kongreya Star a Herêma Firatê Macîde Hesûn daxuyanî da.

Macîde Hesûn got, "Rêbertî bi fikir û felsefeya xwe, îradeya berxwedanê da me" û wiha dewam kir; "Ji ber ku saziyên mafên mirovan bi karê xwe ranabin, demeke dirêj e agahî ji Rêberê me nayê wergirtin. Rêberê me bi fikir û felsefeya xwe ruhê biryardarî û berxwedanê daye me. Em jî amade ne ku ji bo Rêberê xwe canê xwe feda bikin."

Macîde Hesûn diyar kir ku wê heta dawiyê li ser xeta şoreşgeriyê bimeşin û got, "Em ê heta dawiyê li hemberî dagirkeriyê xwedî helbest bin, heta ku azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe misoger bikin."