Cenazeyê şervanê QSD’ê El Hemles hate veşartin

Şervanê QSD’ê Kesar Casim El Hemles ê ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû, li Şedadê bi merasîmekê hate veşartin.

Şervanê QSDʹê Kesar Casim El Hemles 30ʹê Mijdarê di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker de li gundê Tirwaziyê yê Eyn Îsayê şehîd bûbû. Şêniyên navçeya Şedadê bi merasîmekê cenazeyê şehîd li goristana şehîdan a navçeyê spart axê.

Merasîmê bi toraneke leşkerî dest pê kir. Piştre li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê endama meclisê Îman El Ferec axivî û sersaxî da malbata şehîd.

Îman El Ferec bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û wiha axivî: "Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî rêxistina herî tundraw li ber xwe dan û bi ser ketin, îro jî li hemberî dewleta Tirk a dagirker a ku bi balafiran êriş dike û komkujiyan pêk tîne, li ber xwe didin."

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Şedadê Hogir El Mela jî axivî û diyar kir heta avakirina jiyaneke azad û bi rûmet wê li ser xeta şehîdan bimeşin.

El Mela bang li gelên herêmê kir ku piştgiriyê bidin QSDʹê û tev li refên wê bibin û got: “Têkoşîna li hemberî dewleta Tirk a dagirker erka tevahî gelê herêmê ye."

Piştî axaftinan, hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê Elaa El Îbrahîm nasnameya şehîd xwend û radestî malbata wî kir.

Cenazeyê şehîd Kesar El Hemles tevî dirûşm û tilîliyên dayikan hat veşartin.