Dagirkeran gundên Til Temir, Kobanê û Eyn Îsayê dan ber topan
Dewleta Tirk a dagirker gundên Til Temir, Kobanê û Eyn Îsayê doh êvarê jî bi rengekî giran da ber topan.
Dewleta Tirk a dagirker gundên Til Temir, Kobanê û Eyn Îsayê doh êvarê jî bi rengekî giran da ber topan.
Dewleta Tirk a dagirker ku ji 19'ê Mijdarê ve ji hewayî û bejahî ve bombardûmanê li herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dike, doh êvarê jî topbaran li gundên Til Temir, Kobanê û Eyn Îsayê kir.
Dagirkeran gundên Gozeliyê , Um El-Kêf û Til Cuma yên Til Temirê bi çekên giran dan ber topan.
Hate ragihandin ku dewleta dagirker gundên Xirabîsan, Zormixar û Şêxlera Jorîn ên Kobanê jî topbaran kir.
Li Eyn Îsayê jî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Seyda û rêya M4'ê bi obusan topbaran kir. Li heman herêmê, dagirkeran her wiha bombardûman li gundê Cideyde û Kampa Eyn Îsayê jî kirin.
Têkildarî encama êrîşan agahiyên berfireh bi dest neketin.