Hevserokê Komîteya Xebatên Qada Civakî ya Meclîsa Sivîl a Reqayê Cîhat Hesen derbarê êrîşên ku dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, ji ANF’ê re axivî.
Cîhat Hesen diyar kir ku dewleta Tirk li dijî pergala demokratîk a ku ji aliyê gelên herêmê ve hatine avakirin gelek bi hêrs e û wiha got: “Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi nirxandina bi van êrîşên dawî wê kêm bimîne. Ji Şoreşa 19’ê Tîrmehê û heta roja îro, êrîşên dewleta Tirk qet nesekinîne. Dewleta Tirk bi rêya çeteyên ku piştgiriyê dide wan, dixwaze li herêmê pergalekê ava bike. Lê dewleta Tirk tu caran tehemûl nekiriye ku gelên herêmê bi pergala xwe ya demokratîk xwe bi rê ve bibin. Ev ji bo hemû gelan derbasdar e, lê dema mijar dibe Kurd, dewleta Tirk êrîşkar dibe. Di pêvajoya destpêkê de xwest vê bi rêya çeteyên El Nûsra û komên cuda yên çeteyan pêk bîne. Qasî ku şoreş mezin û berfireh bû, dewleta Tirk û çeteyên wê yên rêxistinkirî, hovtir bûn.
Di vê pêvajoya dawî de, êrîşên dewleta Tirk hîn zêdetir bûne û bi taybetî li herêmên ku Kurd lê ne, hîn dijwartir bûne. Ev rewşekê tîne bîra mirov. Dema ku dewleta Tirk nîqaşên pêvajoya çareseriyê dimeşand û ji bo sabotekirina vê pêvajoyê, wê demê li Rihayê teqînek pêk anî. Bi destê xwe du leşkerên xwe kuşt û ev yek xist stûyê tevgera azadiyê. Dîsa li pey wê re li Pirsûsê di nava ciwanên ku ji bo piştevaniya bi berxwedana Kobanê hatin ba hev, teqînek pêk anî. Ev jî kirin hinceta gelek êrîşan.”
‘DEWLETA TIRK BERIYA HER ÊRÎŞEKÊ, KOMPLOYEKÊ AVA DIKE’
Hesen destnîşan kir ku niha jî li Taksîmê teqîna ku Tirkiyeyê bi xwe kiriye, wekî hinceta êrîşan tê nîşandan û got “Vê yekê jî dikin hinceta êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Lê her kes dizane ku dewleta Tirk û MÎT’ê ev yek kiriye. Ji xwe ev kesayeta Erdogan û AKP’ê ye. Beriya her êrîşeke dagirkeriyê, li cihekî bi komployekê êrîşan rewa dikin. Ev yek di dîroka dewleta Tirk de heye.
Di paşerojê de jî mînaka vê heye. Di vî warî de dewleta Tirk bi xwe ev yek amade kir û pêk anî. Jixwe piştî van bûyeran, di daxuyaniyê yekem de derbasbûna navê Kobanê, her tiştê derdixe holê. Tişta ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê pêk anî, bû sedema şikestina yekem a DAÎŞ’ê ku dewleta Tirk hemû hêviyên xwe pê ve girêdabû. Kobanê ji bo rûmeta hemû cîhanê şer kir. Di vî warî de derbasbûna navê Kobanê, hemû kûrahiyên komployê derxistiye holê. Ji beriya çend rojan Erdogan car din ji bo Kobanê wiha got; ‘Rûsya ji bo Kobanê soz da, lê soza xwe bi cih neanî’. Di vê wateyê de armanca esas a dewleta Tirk, êrîşkirina Kobanê ye.
Armanca êrîşên di van demên dawî de jî, eşkerebûna çekên kîmyewî ku dewleta Tirk li çiyayên Kurdistanê li dijî gerîla bikar tîne û ji bo ji holê rakirina vê rojevê, ev êrîş di vê demê de pêk anîn. Tevî ku dewleta Tirk bi heman hincetan li çiyayan li dijî gerîla her cure çekan bi kar tîne, tengav bûye û lewma jî niha çekên kîmyewî bi kar tîne. Eşkerebûna vê yekê ew xist panîkê. Lewma dewleta Tirk bi vê teqînê, xwest bigihîje du armancan. Ya yekem; sûcdarkirina hêzên QSD’ê û êrîşkirina Rojava. Armanca din jî; rojeva çekên kîmyewî ji rojevê rabike.”
‘DEWLETA TIRK BÊYÎ ERÊKIRINA HÊZÊN NAVNETEWEYÎ, ÊRÎŞEKE BI VÎ AWAYÎ PÊK NAYÎNE’
Hesen got ku dewleta Tirk ne xwedî hêz û pozîsyoneke wisa ye ku biryarek bi serê xwe bide û wiha pêde çû: “Pirsgirêkên dewleta Tirk ên ku di nava xwe dijî û krîzên mezin ên siyasî, leşkerî, civakî, aborî û ji her alî ve dijî hene. Eger hin dewletên navneteweyî li pişt dewleta Tirk nebin, dewleta Tirk nikare êrîşek bi vî awayî pêk bîne. Jixwe dewleta Tirk, di hemû siyaseta xwe ji derve de, her tim Kurd kiriye şert û mercê xwe yê yekem. Herî dawî xwestina Swêd û Fînlandiya ya tevlêbûna NATO’yê, dîsa şertê yekem dest ji piştevaniya Rêveberiya Xweser berdan bû. Ango ji xwe wan welatan di asta jor de piştgirî nedidan, lê bi siyasî yan jî daxuyaniyan piştgirîdayîna vê projeyê ji bo dewleta Tirk gelek dihat. Ango dewleta Tirk di her derfetê de, li pey hincetekê ye ku êrîşê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike. Îro tê dîtin ku dewleta Tirk ew derfet bi dest xistiye. Bi taybetî piştî şerê Ûkraynayê, dewleta Tirk dixwaze derfetên ku jê derketin bi kar bîne. Vê ji bo xwe weke stratejîk dibîne.”
‘EV GEL WÊ BI RUHÊ ŞER Ê GEL ŞOREŞGERÎ TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNE’
Hesen ragihand ku tevî zêdebûna êrîşên dewleta Tirk, şerê derûnî yê li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bikaranîna her cûre teknîkê, vî gelî xaka xwe berneda û tu carî herêm nehat valakirin û ev tişt gotin: “Vî gelî her tim li dijî her cûre êrîşê, berxwedanek mezin nîşan da. Îro jî tevî êrîşan, berxwedan û israra ku gel raber dike, nîşan daye ku dewleta Tirk ev siyaset bi temamî winda kiriye. Yekane armanca dewleta Tirk ev e ku herêmê vala bike û li gorî daxwazên xwe herêmê bi rê ve bibe. Dewleta Tirk ji bo valekirina herêmê, wê her cûre lîstokên qirêj bilîze.
Dewleta Tirk li cihekî ku Rûsya û Emerîka lê be, bêyî destûra wan nikare van êrîşan pêk bîne. Di vê wateyê de ev dewlet, hevkarên van êrîşan e. Eger îro ev dewlet bi daxuyaniyên xwe yên bê bandor sînordar bimînin, bê guman ev ne sekneke exlaqî ye. Vê hêzê pêngav bi pêngav bi wan re, herêm ji DAÎŞ’ê rizgar kir. Divê gelên vê herêmê û bi taybetî gelê Kurd vê yek baş bizane ku qasî ku Kurd hebin wê dewleta Tirk rehetiyê nebîne, bê guman qasî ku Erdogan û hişmendiya wî hebe jî em jî wê rehet nebin.
Ev tişta ku diqewime, ne li dijî partî û hêzekê ye. Ev şer li dijî hebûna gelê Kurd e. Ev şerê hebûn û tunebûnê ye. Gelek armancên cuda yên dewleta Tirk hene. Mudaxileyên ku dewleta Tirk li Misir, Lîbya, Azerbaycan, Qibris û Başûrê Kurdistanê kirî, armanca wê derxist holê.”
DEWLETA TIRK DIXWAZE VEGERE SÎNORÊN OSMANIYAN
Hevserokê Komîteya Xebatên Qada Civakî ya Meclîsa Sivîl a Reqayê Cîhat Hesen diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze sînorên Osmanî vegerîne û got: “Îro em Kurd li dijî siyaseta dewleta Tirk li ber xwe didin. Dîsan gelên Ereb, Suryan, Çerkez, Tirkmen û hemû gel pêşeroja xwe di projeya netewa demokratîk de dibînin. Van gelan di nava YPG û YPJ’ê de jî cihên xwe girtine. Ew bi xwe bajar, gund û taxên xwe bi rê ve dibin. Hemû gelên Kurd, Ereb, Ermen, Çerkez û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi berxwedana ku raber kirine, heta niha gelek planên dewlet û hêzên herêmê pûç kirine. Îro tişta ku tê xwestin jî mezinkirina asta berxwedan û têkoşînê ye.
Divê em bi ruhê Şerê Gel ê Şoreşgerî têbikoşin û li gel zarokên xwe cih bigrin. Ji ber ku tasfiyekirina vê projeyê, tunekirina hemû nirxên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Bi taybetî gelên li vê herêmê dijîn, bi taybetî bila baş li bîra Ereban bê, dema ku Osmanî serwerê vê herêmê bû û dema ku gelek welatên Ereban di bin serweriya wan de, tişta vê civakê jiya tê zanîn. Îro sedema paşdemayîna vê civakî û pêşneketina wê, ji ber pergala Osmanî ye. Divê em tu caran tu hêviyê ji Emerîka û Rûsyayê nekin, li benda daxuyaniyên wan nemînin. Divê em hebûn û îradeya xwe bi wan ve girê nedin. Çawa ku me di destpêka şoreşê de di berxwedan û projeya xwe de israr kiribe û ev hêz neçar man ku werin gel me. Îro jî em bi heman israr û berxwedanê wan neçar bihêlin ku siyaseta xwe li gorî nirx û çanda gelan bikin.”