Kesiryan: Em dev ji axa xwe bernadin

Serokê Meclîsa Ermeniyên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Yervend Kesiryan jî got, “Em ê axa xwe neterikînin. Em ê nehêlin dagirker werin. Çi mezin çi biçûk be jî em ê çekan rakin û şer bikin."

Ermenên li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dijîn, ji ber êrîşên dewleta Tirk, ji qirkirina duyemîn bi fikar in. Meclîsa Ermeniyan û Yekîtiya Jinan gotin, "Em ê bi QSD'ê re li ber xwe bidin."

Meclisa Ermeniyan û Yekîtiya Jinên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê gefên li ser gelê Ermenî û amadekariyên xwe yên ji ber êrîşan ji ANF'ê re qal kirin. Serokê Meclîsa Ermeniyên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Yervend Kesiryan jî got, “Ev êrîş ne nû ne. Em hemû dibin hedef. Dewleta Tirk ji bo xaka me ji destê me bigire êrîş dike. Dewleta Tirk a ku bi hinceta 'terorê' êrîş dike ew bi xwe terorîst e. Yên ku teror ava kirine DAIŞ in. Yên ku OSO birin Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî terorîst in. Destdirêjî li ser xaka me kirine û her roj êrîşî axa me dikin.”

DIXWAZIN ME QETIL BIKIN Û BIDIN KOÇBERKIRIN

Kesiryan bal kişand ku dewleta Tirk bi bombekirina dibistan, nexweşxane, sîloyên genim, xetên petrolê, îstasyonên ceyranê plan dike ku li herêmê rewşeke dijwar ava bike û got: “Dixwazin herêmê dagir bikin, kurd, Ermen û Ereb ji herêmê derkevin. Dixwazin carek Ermenan bidin ser riyên sirgûnê. Helwestên lawaz ên hêzên wek Amerîka û Rûsya û rêxistinên mafên mirovan dibin sedema êrîşên dewleta Tirk. Ne em, ew êrîşî sînorên me dikin. Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û Idlib dagir kirin. Ger ev ne dagirkerî be, çi ye?"

Yervend Kesiryan anî ziman ku çi dibe bila bibe ew ê destûrê nedin dagirkeriyê û wiha dewam kir: “Ev êrîş nayên qebûlkirin. Em dest ji axa xwe bernadin. Em ê nehêlin dagirker derbas bibin. Ger ku em xisarê bibînin jî em ê dev ji berxwedanê bernedin. Em êrîş nakin, lê êrîş bikin jî em mafê xwe yê rewa bikar tînin û li ber xwe didin. Divê QSD bi tena serê xwe li ber xwe nede. Weke gel divê em bi wan re li ber xwe bidin. Divê em piştgiriyê bidin leşkerên xwe. Ji ber ku şer derket, çi mezin û çi biçûk jî em ê jî şer bikin."

GEFA QIRKIRINEKE NÛ

Endama Yekitiya Jinên Ermen Hêlîn Erdemyan jî diyar kir ku Ermeniyên li herêmê ji nû ve bi xetereya qirkirinê re rû bi rû ne û got, "Faşîzma nû ya Osmanî bi êrîşên xwe yên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dixwaze dîsa Ermean qir bike. Her roj êrîşî gelê Ermen dike û qirkirina wan dike armanc. Dixwaze me 108 sal piştî Qirkirina Ermeniyan a 1915’an careke din di komkujiyan re derbas bike.”

Erdemyan da zanîn ku wan bi hemû gelan re jiyaneke hevpar ava kirine û wiha got: “Tu cudahî di navbera gelên Kurd, Ereb, Asûrî û Suryanî de nîne. Dewleta Tirk bi êrîşên xwe dixwaze di navbera Kurd, Ereb, Asûrî û Ermeniyan de nakokiyan derxîne. Lê belê weke yek desteyek em ê rê nedin van armancan derbas bibin. Em ê bi hev re li dijî van êrîşan li ber xwe bidin. Ew ê di plana xwe de bi ser nekevin. Em ê van planan pûç bikin.”