Bi hezaran kes li Hesekê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd meşiyan

Bi hezaran kes li Hesekê tecrîda li Îmraliyê protesto kirin û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.

Bi hezaran şêniyên Hesekê bi hemû pêkhateyên wê, bi meşekê tecrîda li Îmraliyê şermezar kir û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.

Meş ji çexerêya Şehîd Arîn a li taxa Mişêrfê destpê kir. Şêniyan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên TEV- DEM, Kongra Star û PKKʹê hildan û bênavber dirûşmeyên "Bê serok jiyan nabe" û "Bijî Serok Apo" berz kirin.

Meş li qada Xeto ya taxa Nasira veguherî mîtîngê. Bi navê PYDʹê Mihêdî El Dixêm axivî û got: "Em li vir kom bûne da ku ji dewleta Tirk a dagirker re bêjin ku hûn nikarin Rêbertî ji gel qut bikin, em teslîm nabin û em ê banga azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe bidomînin."

Mihêdî El Dixêm bêdengiya navneteweyî ya li hemberî zextên dewleta Tirk a dagirker ên li ser girtiyan û êrîşên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir.

Endama Koordînasyona Kongra Star a kantona Hesekê Xalida Bûtî jî bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xurt bikin û got: "Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê azadiya xwe di ramanê Rêbertî de dibînin."

Mîtîng bi berzkirina dirûşmeyên "Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.