Êrîşên kîmyewî û Rojava di rojeva Parlamenta Swîsreyê de ye

Têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî yên li dijî gerîla, êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava û berxwedana li Îranê 3 pêşnûme pêşkêşî Parlamenta Swîsreyê hatin kirin.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava bi taybetî jî li ser Kobanê, êrîşên bi çekên kîmyewî yên li dijî gerîla, girtina Seroka Yekîtiya Tabîban a Tirk Şebnem Korûr Fîncanci û êrîşên dewleta Îranê yên li hemberî Kurdan ketin rojeva Parlamenta Swîsreyê.

Pêşnûme ji aliyê Parlamenterê Parlamenta Federal ê ji Partiya Keskan û Berpirsyarê Karên Derve yê Partiya Keskan Nicolas Walder, Parlamenterê Parlamenta Federal ê Partiya Çep Fehlmann Rielle Laurence û Parlamenterê Parlamenta Federal ê Çep a Yekbûyî (Groupe des VERT-E-S) Prezioso Batou Stefania ve pêşkêşî parlamentê hatin kirin.

PARTIYA KESKAN SÊ PÊŞNÛME PÊŞKÊŞ KIRIN

Nicolas Walder sê pêşnûmeyên cuda pêşkêşî parlamentê kir. Di pêşnûmeya destpêkê de girtina Şebnem Korûr Fîncanci ji aliyê hikumeta Erdogan ve xist rojeva parlamentê û li ser mijarê ev pirs ji hikumeta federal a Swîsreyê hatin kirin:

"Şebnem Korûr Fîncanci ku pisporeke tipa edlî ya naskirî ye, Seroka Yekîtiya Tabîban e û endama Desteya Rêveber a Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) e, 22'ê Cotmehê li Stenbolê ji ber sedemên siyasî hate giritn. Şert û mercên girtîhiştinê, xizmên wê û aktîvîstên mafên mirovan dixe nava tirs û fikaran.

1- Konseya Federal ji bo berdana wê gavek avêt?

2- Eger gavek avêtibe, çi kiriye?

3- Eger ji bo berdana wê tiştek nekiribe, sedema wê çi ye?"

GELO ÊRÎŞ JI BO JINÛVE BIRÊXISTINKIRINA DAÎŞ'Ê YE?

Nicolas Walder û Fehlmann Rielle Laurence jî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Rojava xiste rojeva Meclîsa Federal.
Walder di pêşnûmeyê de got, "Ji 22'ê Mijdarê û vir ve artêşa Tirk bi binpêkirina hiqûqa navneteweyî bombeyan li bakurê Sûriyeyê (Rojava) û bakurê Iraqê (Başûrê Kurdistanê) dibarîne. Ji ber van êrîşan gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Li bakurê Sûriyeyê bû sedema rewşeke welê ku di asta paqijiya etnîkî de ye."

Walder li hemberî van êrîşan pirsî ku Meclîsa Federal helwesteke çawa nîşan daye.

Di pêşnûmeya Fehlman n Rielle Laûrence de jî hate gotin, "Hêzên Hewayî yên Tirk 22'ê Mijdara 2022'an li bakurrojhilatê Sûriyeyê û bakurê Iraqê hin êrîş kirin. Armanc ji êrîşan lawazkirina herêma xweser a Rojava ye ku ji aliyê Kurdan ve tê birêvebirin. Êrîş li ser sivîlan û binesaziya jiyanê tê kirin.

- Ji bo pîvanên hiqûqa navneteweyî li bîra rayedarên Tirk bêne xistin, ti gaveke fermî hatiye avêtin?

- Gelo em karin ji bîr bikin ku Kurdên li herêmê di têkbirina DAÎŞ'ê de tevkarî kirin?

- Êrîşên Tirkiyeyê wê jinûve birêxistinkirina hêza cîhadîst teşwîq neke?

- Wê Swîsre bêdeng bimîne?"

ÊRÎŞÊN KÎMYEWÎ

Nicolas Walder nûçeyên têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî bi pêşnûmeyekê xiste rojeva meclîsê.

Di pêşnûmeyê de hate gotin, "Li gorî raporên cuda, dewleta Tirk bi mehan e li Bakurê Iraqê madeyên kîmyewî yên qedexe bi kar tîne. Rêxistina Doktoran a Navneteweyî ya ji bo Pêşîgirtina li Şerê Nukleerê (IPPNW) têkildarî êrîşên Tirkiyeyê yên bi çekên kîmyewî yên li Kurdistanê raporek weşand. Xwest ku li ser vê mijarê di asta navneteweyî de lêpirsînek bê destpêkirin.

- Gelo helwesta Swîsreyê ya ji bo vê daxwazê çi ye?

-Swîsre wê di nava organên Neteweyên Yekbûyî de piştgiriyê bide vê daxwazê?

ÊRÎŞÊN LI ROJHILATÊ KURDISTANÊ

Prezioso Batou Stefania jî têkildarî berxwedana li Îranê û êrîşên dewletê pêşnûmeyek pêşkêş kir. Di pêşnûmeyê de hate gotin, "Çend hefte ne li Îranê bi pêşengiya jinan gel çalakiyên şermezarkirinê lidar dixe. Bersiva bêrehm a rejîmê bi mirina bi sedan xwepêşandêrî, birîndarbûna bi hezaran kesî, girtina zêdeyî 20 hezar kesî, bi êşkence û destavêtinê bi encam bû. Dema ku mirov rola Swîsreyê ya ji bo parastina mafên mirovan bide ber çavên xwe, gelo Konseya Federal difikire ku Sefîrê Bilind ê li Tehranê ji bo şêwirê bangê lê bike?"