QSD: Dagirkeran bombe li 46 gundan barandin
QSD'ê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker di 3'ê Kanûnê de bombe li ser 46 gundên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye.
QSD'ê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker di 3'ê Kanûnê de bombe li ser 46 gundên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê bîlançoya roja 3ʹyê Kanûnê ya êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kir.
Daxuyanî wiha ye:
ʹʹÊrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kete roja xwe ya çardehemîn. Dagirkerî li ser herêma ji Dêrikê heta herêmên Şehbayê topbarana bi tankan û balafirên bêmirov berdewam dike û duh jî zêdetirî 46 gund hatin armancgirtin.
Encama êrişên dagirkeriyê yên saatên dawî ya roja 02 Kanûnê û her wiha encamên roja 03ʹyê Kanûnê ev in:
2ʹyê Kanûnê;
Herêma Cizîrê;
Til Temir;
Gundên Um El Kêf û Gozeliye 5 caran bi obusan hatin topbaran kirin.
Herêma Firatê;
Kobanê;
Gundên Zormexar, Çarixlî, Koran û bajaroka Şiyûx carek bi obusan ve, 5 caran jî bi hawanan ve hatin topbaran kirin.
Girê Sipî;
Gundên Kor Hesen, Bîr Kêtik, Silêybî, Evdokî, Şorbenîsk û Mealîk bi obus, hawan û tankan hatin topbaran kirin.
Minbic;
Gundên Um El Edesa û Ewn Dadat 5 caran bi hawanan hatin topbaran kirin.
Tirwaziye;
Bejahiya bajaroka El Kenterî bi obusan hat topbaran kirin.
3ʹyê Kanûnê;
Herêma Efrînê;
Gundên Bênê, Soxaneke, Meyasê, Tatmaraş, Merenaz, Şewarqa, Zîwan, Medîyûnê, Hirbilê, Samûqa, Til Madîq, Minix, Eyn Deqnê, Bêlûniyê, Şêx Îsa û bajaroka Til Rifat 39 caran bi obusan, 20 caran bi hawanan hatin topbaran kirin.
Herêma Cizîrê;
Til Temir;
Gundên Til Leben, Til Tewîl û Gozeliye bi obus û hawanan hatin topbarankirin.
Li gundê El Mûcîbira guleyek ku di topbaranên berê de neteqiya bû îro di zarokan de teqiya. Di encam de 4 zarok birîndar bûn.
Amûdê;
Balafirê keşfê li ser rêya Amûdê nêzî gundê Raya seyareyek hêzên me kir hedef. Di encam de 2 şervanên me şehîd ketin.
Zirgan;
Gundên Esediye, Bobî û Xidrawî 10 caran bi obusan hatin topbaran kirin. Her wiha bi doçkayan hatin gulebarankirin.
Li hember van êrişan hêzên me di heman wextê de bersiv dan.
Herêma Firatê;
Kobanê;
Gundên Koran, Xirbîsan, Qeremox, Cîşan, Zormixar û bajaroka Şiyûx 12 caran bi hawanan, 11 caran jî bi obusan ve hatin topbarankirin.
Girê Sipî;
Gundên Seyda, Xalidiye, Dibis, Mealîk, Îbrahîm Kurdî, Ebû Neytona, Cedîda û rêya M4 bi hawanan hatin topbarankirin.
Eyn Îsa;
Gundê El Siwêdê û derdora depoyên Şergirak 8 caran bi obusan hatin topbarankirin.
Minbic;
Gundên Korheyuk, Ewn Dadat, û Hoşeriye 5 caran bi hawanan, 2 caran jî bi obusan hatin topbarankirin.
Tirwaziye;
Bejahiya bajaroka El Kenterî bi obusan hat topbarankirin."