QSD: Dewleta Tirk di 24 saetan de 70 gund û bajarok bombe kir

Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker di 1’ê Kanûnê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nêzî 70 gund û bajarok bombe kiriye.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê bîlançoya 1′ê Kanûnê ya êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eşkere kir.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin

"Di roja 12′yan a êrişên dewleta Tirk de li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de nêzî 70 gund û bajarok bi çekên giran û tankan hatin bombekirin. Her wiha mizgefta gundê Tirwaziyê nû hedefa guleyên tankan aû rûxiya tankan hate hedefgirtin û rûxiya.

HERÊMÊN EFRÎN Û ŞEHBA

40 carî bi çekên giran û 10 caran bi tankan, bi hawan û doçkayan gundên Til Medîq, Şêx Îsa, Bênê, Meyasê, Soxanekê, Şewarxa, Tat Meraş hatin topbarankirin.

HERÊMA CIZÎRÊ

Til Temir

10 caran gundên Til El Leben, Xêr û Gozeliyê bi çekên giran û doçka hatin bombekirin.

Zirgan

34 caran gundên Bobî, Dada Ebdal, Muhermele û Zirgan bi çekên giran û guleyên hewanê hatin bombekirin.

HERÊMA FIRATÊ

Kobanê

6 caran bi bi çekên giran û 6 caran bi hawanê gundên Koran, Xirab Bîsan, Ceysan, Zormexar, Çariqlî û Ziyare hatin bombekirin.

Girê Spî

Bi çekên giran, doçka û sekvanan gundên Xirbet El Beqer, Hoşan, Kor Hesen, Selîbî û depoyên Qizelî hatin bombekirin.

Tirwaziyê

Bajarokê Kenterê 4 caran bi çekên giran hate hedefgirtin.

BÎLANÇOYA 1′Ê KANÛNA 2022′YAN:

HERÊMÊN EFRÎN Û ŞEHBA

35 caran bi çekên giran, hawan û doçkayan gundên Hirbil, Şêx Îsa, Bêlûniyê, Samoqa, Merenaz, Malikiyê, Şewarxa, Irşadiyê, Tinib, Elqemiyê, Soxanekê, Aqîbê û Bênê hatin bombekirin.

HERÊMA CIZÎRÊ

Til Temir

Gundê Gozeliyê bi çekên giran hate bombekirin.

Zirgan

57 caran bi çekên giran û guleyên hewanê gundên Rebîat, Til Werd, Muhermile, Bobî, Dada Ebdal, Esediyê û Zirgan hatin bombekirin. Hêzên me jî bersiva topbaranan da.

HERÊMA FIRATÊ

Kobanê

Bi guleyên hewanê gundên Xirab Bîsan û Çariqlî hatin bombekirin.

Balafireke bêmirov a bombe lê hatibû barkirin gundê Koran bombebaran kir.

Girê Spî

Bi çekên giran û guleyên hewanê gundên Dibis, Cideyda, Ebû Sira, Xan, Kor Hesen, Sewan, Selîbî, Evdikê û rêya M4 hatin bombekirin. Hêzên me bersiva topbaranan da.

MINBIC

4 caran bi guleyên hawanan û 2 caran bi çekên giran gundên Ewn Dadat, Hoşeriyê û Kirhiyok hatin bombekirin.

Tirwaziyê

27 caran bi çekên giran bajarokên Tirwaziyê û Fewar bûn hedef, her wiha mizgefta Tirwaziyê jî bû hedef û mizgeft rûxiya.

Hêzên me bersiva topbaranan da."