Şehîdên Komkujiya Teqil Beqil hatin bibîranîn

11 kesên ku di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li hemberî Teqil Beqil a li Koçerat de şehîd bibûn, li ser gorên xwe hatin bîranîn.

​​​Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker şeva 19-20′ê Mijdarê stasyona 4′an a elektrîkê ya li gundê Teqil Beqil ê herêma Koçerat bombebaran kir, lê dema welatiyan hewl da birîndaran rizgar bikin, careke din balafiran bombebaran kir, di encamê de di nav de nûçegihanê ANHA’yê Îsam Abdullah û 11 welatî şehîd bûn.

Malbatên şehîdan û endamên Yekitiya Ragihandina Azad ji bo bîranîna şehîdan serdana gorên şehîdên komkujiyê kir.

Navên şehîdan wiha ne; nûçegihanê ANHA’yê Îsam Abdullah, Hisên Elî, Çîçek Haronî, Hîlal Qasim, Hediye Ebdullah, Ubeyd Xalid, Mehmûd Elî, Fayiz Ebdullah, Nûrî Çiftecî, Hisên Xilto-Mazin Osî.