Êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava dewam dikin: Zarok jî birîndar bûn

Dewleta Tirk di êrîşên xwe yên li ser Rojava de li sivîlan dide. Di êrîşan de zarok jî birîndar bûn.

Çeteyên Feyleq El-Şam ên girêdayî dewleta Tirk tundî li Hesen Oso Cuma kirin.

Hate hînbûn ku çeteyan 75 darên zeytûnê yê Hesen Oso Cuma yên li gundê Basûfanê birîn.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Mielek ê Eyn Îsa, Kampa Eyn Îsa û rêya M4 bi obusan bomberdûman kir.

Gundê Îbrahîm Kurdo yê dikeve rojavayê Kantona Girê Spî jî bi çekên giran hat bombekirin.

Bi êrîşan re bi awayek hemwext li herêmê balafirên keşfê geriyan. Dewleta Tirk a dagirker gundê Gozeliyê yê dikeve başûrê rojavayê Til Temirê jî bi obusan bomberdûman dike.

Hate hînbûn ku li gundê El Micêbire yê Til Temirê di encama teqîna fuzeya ku dewleta Tirk a dagirker berê avêtibû herêmê lê neteqiyabû, 4 zarok birîndar bûn.

Zarokên birîndar li Nexweşxaneya Lêgerîn a Til Temirê tên dermankirin.

Navên zarokên birîndar wiha ne: “Silêman Nesir Şilo (11), Bedran Nesir Şilo (15), Elî Mehmûd Şilo (11), Xalid Mehmûd Şilo (13).