Rêxistinên sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li Neteweyên Yekbûyî kirin

17 rêxistinên sivîl ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kar dikin bi nameyek hevpar bang li Navenda Giştî ya Neteweyên Yekbûyî kirin ku li dijî êrîşên dewleta Tirk tevbigere.

Navenda Dîplomasiya Civakî û 16 saziyên din ên civaka sivîl ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêngavek dest pê kir. Pêngav ji bo komkirina îmzeyan li ser daxwaznameya ji bo Sekerterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) ye ku tê de daxwaza rawastandina êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê kirin.

Di navaroka nameya hevpar de hat bibîrxistin ku şeva 20`ê Mijdarê dewleta Tirk a dagirker operasyonek leşkerî ya hewayî dest pê kir û gelek cihên leşkerî, cihên sivîlan, binesazî û rojnamevanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hedef girtin. Bal hat kişandin ku di encama êrîşên li ser Kobanê, Dêrik, Şehba, Eyn Îsa û Zirganê de ji bilî windahiyên leşkerî, 16 sivîlan di nav de rojanmevanek jiyana xwe ji dest da û bi dehan kes birîndar bûn.

Hat destnîşankirin ku zêdetirî 45 cihên xizmetgûzariyê wekî stasyonên enerjî, sotmeniyê, petrol, gaz, depo, nexweşxane û dibistan hatin hedefgirtin û hat diyarkirin ku Tirkiye bi van êrîşan qanûna mirovî ya navneteweyî binpê dike û sûcên şer dike.

Di nameyê de bal hat kişandandin ku êrîşên dewleta Tirk ên dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne rewa û ne qanûnî ne û wê teqîna li Stenbolê ya di 13`ê Mijdarê de ji bo rewakirina êrîşan bi kar anî û hate gotin: “Ji bo êrîşa leşkerî wekî xweparastin bê nîşandan li gorî madeya (51) a NY`ê, pêdivî bi erêkirina Konseya Ewlehiyê ya NY`ê heye. Lê belê heta niha dewleta Tirk ev doz nexistiye rojeva NY`ê.”

Berfirehiya nameya hevpar wiha ye:

“Tiştê ku Tirkiye dike ne xweparastin e, ew li gorî hesabên siyasî yên hundirîn êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, lihevkirinên agirbestê ên Cotmeha 2019`an di navbera Tirkiye, Emerîka û Rûsyayê de hatine îmzekirin her tim binpê dike. Lê dîsa Enqere li ser van binpêkirinan nayê cezakirin.

Li gel berdewamkirina êrîşên bi balafir û topavêjan, serokkomarê Tirkiyê operasyoneke bejahî ya nû ragihand ku armanc jê dagirkirina deverên din ên herêmê ye. Ev dagirkeriya li axa Sûriyê dê bibe sedema karesateke mirovî ku dê hejmareke mezin a qurbaniyan li pey xwe bihêle û bibe sedema koçberiyê.

Ji ber êrîşên Tirkiyê rewşa ewlehiyê li herêmê tevlêhev dibe, zemîn ji DAÎŞ`ê re tê peydakirin xwe ji nû ve birêxistin bike û xwe bi rêxistin bike. Bi vê yekê Tirkiye derbê li hewldanên hevbeş ên têkoşîna li dijî terorê dixe û ev yek bandorê li ewlehî û aştiya herêmî û navneteweyî dike.

Em aliyên ku li ser daxwaznameyê îmze kiriye wek nûnerên civaka sivîl li Rojhilata Navîn û cîhanê bang li Sekerterê Giştî yê NY`ê û sazî û rêxistinên têkildar dikin ku dijî êrîşên ne rewa û ne qanûnî yên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê tedbîran bigirin. Em bang li NY`ê dikin ku ji bo rawestandina dagirkeriya Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê berpirsiyariyên xwe yên mirovî û hiqûqî bînin cih.

Navenda Dîplomasiya Civakî bi beşdariya 16 saziyên civaka sivîl ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 1`ê Kanûnê de ji bo berhevkirina îmzeyan ji saziyên civaka sivîl û kesayetên navdar ên li Rojhilata Navîn û cîhanê pêngavek dabû destpêkirin. Bi vê pêngavê dê bang li Sekerterê Giştî yê NY`ê bê kirin ku êrîşên dewleta Tirk djiî Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestînin.”

Saziyên ku daxuyanî îmze kirine ev in:

1-Navenda Dîplomasiya Civakî

2-Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)

3-Rêxistinên Civaka Sivîl ên Reqayê

4-Rêxistinên Civaka Sivîl ên Tebqayê

5-Kongra Star

6- Kombûna Jinan a Zenûbiya

7-Rêxistina Sara ya Têkoşîna Li Dijî Tundiyê

8-Yekitiya Ragihandina Azad (YRA)

9-Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK)

10-Zanîngeha Rojava

11- Tevgera Çand û Hunerê

12-Komîteya Şaredariyan a Herêma Cizîrê

13-Kombenda Efrîn a Civakî

14-Meclis Idlib El Xedra

15- Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê

16-Rêxistina Keziyên Kesk

17-Heyva Sor a Kurd