Li Reqayê li dijî dagirkeriyê meş hat lidarxistin

Bi sedan kes li Reqayê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk meşiyan û destnîşankirin ku wê bi QSD’ê re bin û wê deskeftiyên ku bi fedakariya şehîdan hatin bidestistin, biparêzin.

Meclîsa Malbatên Şehîdan, şêx û rûspiyên eşîran, Kombûna Jinan a Zenûbya û bi sedan şêniyên Reqa, meclîs û komîn tevlî meş bûn. Beşdaran alên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), Meclîsa Malbatên Şehîdan û pankartên “Ev axa me ye û herêmên me bi fedakariyên ciwanên me ewle ne” hildan.

Meş ji pêşiya Meclîsa Giştî ya bajarê Reqa dest pê kir û ber bi qada agirkujiyê dewam kir. Li wir hevserokê Meclîsa Kar û Barên Civakî û Xebitandinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Farûq El Maşî axivî û diyar kir ku ji sala 2014'an ve û dijmin plan dike ku vê welatî wêran bike.

El Maşî destnîşan ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hemû pêkhateyên herêmê wê li hember hemû dijminan bisekinin û piştgiriya QSD'ê bikin.

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Reqa Nediye El Ehmed diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk, vîna gelê herêmê naşkîne û Rêveberiya Xweser têk nabe ku nûnertiya gelê Sûriyê kir bêyî ku nasnameya pêkhateyan binpê bike.

Nediye El Ehmed bang li tevahî pêkhateyên kir ku li hember siyaseta dewleta Tirk a înkarkirinê hişyar bin û soz da şehîdan ku destkeftiyên bi saya fedekariyên wan bi dest xistine, biparêzin.