QSD’ê bîlançoya roja 13’an a êrîşê eşkere kir

QSD’ê bîlançoya roja 13’an a êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe ya fermî bîlançoya êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên 2’yê Kanûnê ragihand.

QSD’ê ev agahî dan:

“Di roja 13’emîn a êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de derdora 83 gund û mezra bi topên giran, tank û balafirên keşfê hatin bombebarankirin. Herî zêde herêmên Şehba ku bi deh hezaran welatiyên sivîl ên koçberên herêma Efrînê ya dagirkirî lê dijîn, bûn hedef.

Encamên êrişên dagirkeriyê yên saetên dawîn ên 1’ê Kanûnê û her wiha encamên roja 2’yê Kanûnê ev in:

1’ê Kanûnê;

HERÊMA EFRÎNÊ

Gundên Şêx Îsa, Medîûn, Zewyan, Minnix, Şealê, Tatmaraş, Tinnib, Şewarqa, Malikiye, Maranaz, Aqibê, Soxaneke û Meyasê 65 caran bi obusan hatin topbarankirin. Her wiha gundên Merenaz, Malikiye û Tatmaraş bi doçkayan hatin gulebarankirin.

Çeteyên dagirker hewl da êrişî gundê Medîûnê bikin. Ev hewldan hat têkbirin.

HERÊMA CIZÎRÊ

Til Temir

Gundê Gozeliye 5 caran bi obusan hat topbarankirin. Gundê Um El Kêf bi doçkayan hat gulebarankirin.

HERÊMA FIRATÊ

Kobanê

Gundên Kirê Ebrê, Çarixlî, Koran û Xirbîsan bi obus û hawanan hatin topbarankirin û bi doçkayan hatin gulebarankirin.

Girê Spî

Gundên Mealîk, Xalidiye, Dibis, Hoşan, Cedîda, Seyda, Selibî û Ebdkorî bi obusan hatin topbarankirin û bi doçkayan hatin gulebarankirin.

Eyn Îsa

Gundên Mişêrfa û Fatisa 8 caran bi obusan û 2 caran jî bi hewanan hatin topbarankirin.

Li gundê Mişêrfa êrişa bi balafira keşfê çêbû.

Li hember van êrişan hêzên me di heman wextê de bersiv dan êrîşan.

Tirwaziye

Bejahiya bajarokê Um El Beramîl 4 caran bi obusan, 6 caran bi hewanan hat topbarankirin. Her wiha bi doçkayan hat gulebarankirin.

2’yê Kanûnê;

HERÊMA EFRÎNÊ

Gundên Eyn Deqnê, Belluniye, Minnix, Şêx Îsa, Samuqa, Zewyan, Şealê, Merenaz, Malikiye, Tatmaraş, Benê, Soxaneke û Meyasê 54 caran bi obusan hatin topbarankirin.

Çeteyên dagirker hewl da êrişî gundê Meyasê bikin. Ev hewldan hat têkbirin.

HERÊMA CIZÎRÊ

Til Temir

Gundên Gozeliye û Tewîla bi obusan hat topbarankirin.

Zirgan

Gundên Bobî, Dada Ebdal û Esediye 3 caran bi obusan hatin topbarankirin.

HERÊMA FIRATÊ

Kobanê

Gundên Ziyaret, Zormexar, Çarixlî, Til Şeyîr, Şêxlera Jorîn, Ehmed Mûnîr, Siftek û bajaroka Şiyux Foqanî 14 caran bi hawanan hatin topbarankirin. Li gundên Zormexar, Ziyaret û Siftek bendên Artêşa Sûriyeyê bûn hedef.

Girê Spî

Gundên Mealîk, Dibis, Mişêrfa, Cedîda, Ebû Sira, Kor Hesen, Seyda, Bîr Kêtik, Silêybî û rêya M4 bi obusan hatin topbarankirin. Di encama van topbaranan de li gundê Mişêrfa leşkerekî artêşa Sûriyeyê birîndar bû.

Eyn Îsa

Rêbenda El Hîşa bi hawanan hat topbarankirin.

Minbic

Pirê Qaraqozax bi obusan hat topbarankirin.

Gundê El Mihesnilî bi BKC û B-7’an hat gulebarankirin.

Li gundê El Kawiklî êrişa bi balafira keşfê çêbû.

Tirwaziye

Bejahiya bajaroka Um El Beramîl û El Fewaz 2 caran bi obusan, 2 caran bi hewanan hatin topbarankirin, her wiha bi doçkayan hatin gulebarankirin.”