Endama Fermandariya QSD’ê Newroz Ehmed: Wê bersiva pêwist were dayîn

Endama Fermandariya QSD’ê Newroz Ehmed diyar kir li hemberî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk rewşenbîr xwedî li erk û berpirsyariyên xwe derkevin û got “Amadekariyên me hene. Wê her kes bersivê bide van êrîşan.”

Newroz Ehmed armanca êrişên dewleta Tirk a dagirker û rewşa li herêmê ji rewşenbîrên herêma Cizirê re qal kir û diyar kir ku li hemberî ev êrişên ku ji bo îmha û înkarkirina gelê herêmê tê kirin, rol û mîsyoneke diyarker dikeve ser milê rewşenbîran.

HEBÛNA GEL DI TALÛKEYÊ DE YE

Newroz Ehmed êrişên dewleta Tirk wek tehlûkeyeke mezin nirxand û wiha got: “Dewleta Tirk gelek caran ji bo ku êrişî herêmê bike hincet derxistin holê. Ev yek gelek car ji aliyê rayedarên dewleta Tirk ve hate gotin. Dewleta Tirk di van êrişan de hebûna gelê herêmê dike hedef. Ev êriş heta kûrahiya Sûriyê tê meşandin. Ne tenê navendên leşkerî dikin hedef, yekser hebûna gel di bin tehlûkeyê daye. Erdogan di vê pêvajoyê de ji bo serketina hilbijartinê bi awayekî çavkorî êriş dike. Li hemberî van êrişan bêdengbûnek heye, helbet berê jî li hemberî êrişên dewleta Tirk helwestên pir berbiçav nehatin danîn. Lê me yekser xîtabî aliyên ku piştavanî dide êrişên dagirkeriyê kir. Li vir de bertekên ku derketin roleke girîng lîstin. Di hevdîtinan de em vê dibînin ku aliyên ku piştevanî didin şorêşa Rojava jî hene. Vê rastiyê hişt ku zext li ser van dewletên ku piştêvanî didin dewleta Tirk a dagirker were çêkirin.”

BI DESTÛRA HÊZÊN LI SÛRIYEYÊ EV ÊRÎŞ HATIN KIRIN

Hêzên ku li herêmê cih digrin ji ber zindan û kampên malbatên DAIŞ’ ê li herêmê hene, xeteriya tevgera  bejayî ya dewleta Tirk a dagirker dibînin. Her çiqasî niha hindek bertek derketibin holê jî lê cardin jî di destpêkê ev êriş bi êrêkirina van hêzan pêk hat. Em bi awayekî zelal vê yekê dibînin. Em dizanin ku bêyî êrêkirina van hêzên ev êrişa dagirkeriyê pêk nehat. Niha bi taybet jî aliyê hêzên koalîsyonê derket pêş. Rûsya dixwaze em ji hindek herêmên ku lê ne derbikevin. Armancê wan jî dema em bi herêmên Bakurê Sûriyeyê re mijûl dibin da ku hêzên rejîmê jî xwe li başûrê herêmê bi cih bikin. Dewletê Tirk dixwaze bi taybet li bajarên weke Tabqa, Reqa û Dêrazorê gel hem li hemberî me hem jî li hemberî Koalîsyonê rabike. Bi vî rengî dixwaze me lewaz bike da ku hêzên rejîma Sûriyê li herêmê serwer dibe.

ERDOGAN BI TAYBETÎ DIXWAZE HERÊMÊN LI SÎNOR DAGIR BIKE

Erdogan ew serkeftina ku ji bo biçe hilbijartinê xeyalên ku dikir ne li herêmên me ne jî Iraqê bi dest xist. Ji ber wê jî wê nesekine wê her tim hewil bide armanca xwe pêk bîne. Bi taybet jî dixwaze herêmên ser sînor dagir bike. Ji Erdogan re ne dost ne jî dijmenekî dayîmî heye ji ber wê jî serî her rêbazê dide û li ser herêmên me bazartiyê dike. Li hemberî vê jî hikûmeta Sûriyeyê ne xwedî helwesteke radîkal e.

DI WARÊ LEŞKERÎ DE AMADEKARIYÊN ME HENE

Em di warê leşkerî de xwedî amadekarî ne. Her çiqasî xwestin gelê me jî bitirsînîn lê gelê me xwedî helwesteke xurt e. Wê elbet herkes hesabê vî gelê xwedî helwest bike. Di vê mijarê de bi taybet weke rewşenbîr helwestên heyî girîng e. Dewleta Tirk bi rêka rewşenbîran feraseta xwe ye dagirkeriyê radigîhinin civakê. Lê rewşenbîrên me jî bi helwestên xwedî sekneke diyar in. Rewşenbîrên me xwedî rihê welatparêziyê ne. Di gelek şoreşan de ya ku vê diteyisînin civakê rewşenbîr in. Heta niha bi vê erkê rabûn û pêwîst e ji vir şûnde jî xurttir vê deynin holê.”