Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi ser Rojava didome
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi ser cih û warên sivîlan yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dike.
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi ser cih û warên sivîlan yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dike.
Li gorî saet 16.00’ê herêmê, dewleta Tirk êrîşê gundê Dêrcimêl ê Şêrawa û rojavayê Eyn Îsa û gundê Seyda kir. Di heman wextî de Nexil Restoran a li Eyn Îsayê û Kampa Eyn Îsayê û gundê Silûk ê Girê Spî hatin bombekirin.
Dewleta Tirk a dagirker li gor saeta herêmê saet di 15.30’an de gundê Xirbet Şiîr ê Zirganê yê girêdayê kantona Hesekê da ber bombeyan.
Saet di 14.20’î de gundê Gozeliyê yê Til Temirê hat bombekirin.