Şêniyên herêma Firatê sersaxî dan malbata gerîlaya HPG’ê Biharîn Kendal
Şêniyên herêma Firatê sersaxî dan malbata gerîlaya HPG’ê Biharîn Kendal a ku di sala 2020’an de li Wanê şehîd bûbû.
Şêniyên herêma Firatê sersaxî dan malbata gerîlaya HPG’ê Biharîn Kendal a ku di sala 2020’an de li Wanê şehîd bûbû.
Îro bi dehan ji endamên saziyên sivîl, şênî û pêkhateyên herêma Firatê çûn sersaxiya ji bo gerîlaya HPG’ê Biharîn Kendal a ku di 24’ê Îlona 2020’an de li Wanê şehîd bûbû.
Piştî deqîqeyek rêzgirtinê, Rêveberiya Meclîsa Malbatê Şehîdan ya Herêma Firatê Eyşe Efendî axivî û got “Şehîd Biharin di şerê Kobanê de li Dibistanê Serzorî birîndar bû û lê ligel vê birîndarbûna xwe şer û têkoşîna xwe domand. Şehîd Biharîn piştre berê xwe da çiyayên azad û berxwedana xwe ya bi rûmet domand. Heval Biharîn bi berxwedaniya jina azad tarîtiya DAÎŞ’ê şikand. Ew ji bo jinên berxwedêr û têkoşer bûye mînak. Em jî sozê didin gerîla ku em ê heta dawiyê berxwedana xwe bidomînin.”
Malbatê jî diyar kir şehîd Biharîn Kendal di şerê Tebqa, Minbîc, Reqa û Dêrazorê de berxwedanî kiriye, li ser soza xwe maye û berxwedana li çiyayên azad domandiye. Malbatê got “Wê berxwedana xwe li hemberî tank û top û çekên kîmyewî yên dijmin domand. Em jî sersaxiyêji Rêber Apo û tevahî gelê Kurd re dixwazin.”
Piştre wesîqeta şehîd Biharîn Kendal hat xwendin û radestî malbata wê hat kirin.