Li Kampa Waşûkanî tecrîd hat protestokirin

Xelkê ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk a li Serêkaniyê, neçar man koçî kampa Waşûkanî bikin, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kir.

Koçberên Serêkaniyê yên li kampa Waşûkanî  ya li bajarê Hesekê bi meşekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir.

Meş ji ber navenda meclisa kampê dest pê kir. Di meşê de pankartên bi nivîsên "Bi ruhê berxwedana Îmraliyê em ê komploya 9ʹê Cotmehê û dagirkeriyê têk bibin" vekirin û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalah hildan. Her wiha  bênavber dirûşmên "Bijî berxwedana Rêbertî" û "Bimire xiyanet" berz kirin.

Meş veguherî mîtîngê. Endama Kongra Star a kampa Waşûkanî Îman Mamo axivî û diyar kir ku desthilata Tirk tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan giran kiriye da ku têkiliyên wî bi derve re qut bike.

Îman Mamo diyar kir ku tecrîda li ber çav û guhên hêzên navneteweyî tê meşandin, li dijî hemû qanûn û peymanên navneteweyî ye.

Îman Mamo di dawiya axaftina xwe de bang li CPTʹê kir ku erka xwe li hemberî Abdullah Ocalan bi cih bîne.

Mîtîng bi dirûşmên "Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.