Hêzên Ewlekariya Hundirîn derbarê teqîna li Qamişloyê daxuyanî da
Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir teqîna li Qamişloyê ji aliyê ‘terorîstan’ hatiye kirin û xebatkarên saziya perwerdehiyê bûne hedef.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir teqîna li Qamişloyê ji aliyê ‘terorîstan’ hatiye kirin û xebatkarên saziya perwerdehiyê bûne hedef.
Di daxuyaniyê de ya ku li ser malpera Hêzên Ewlekariya Hundirîn hate weşandin, ev agahî hatin parvekirin:
"Di 5’ê Kanûnê saet di 08:00ʹan de di wesayîtekê de mayînek hate teqandin. Şaneyeke terorîst mayinek di wesayîta mamoste û karmendên saziya perwerdeyê de bi cih kiribû.
Di encama teqînê de ziyanên madî çêbûn û ajokarê wesayîtê birîndar bû. Ajokar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê.
Hêzên me demildest dest bi lêpirsînkirina vê kiryara terorîst kir da ku sûcdaran sewqî edaletê bike.
Dewleta Tirk a dagirker têkbirina ewlehî û îstîkrarê, koçberkirina welatiyan û hedefgirtina saziyên xizmetguzariyê ji xwe re kiriye armanc û şaneyên terorîst belav dike da ku sûcan li dijî gelê me pêk bîne."