YPJ: Mizgîn Kobanê 2'ê Tîrmehê şehîd bû

YPJ'ê ragihand ku dewleta Tirk nûçeyên manîpulatîf belav dike û got, "Hevrêya me Mizgîn Kobanê 2'ê Tîrmehê şehîd bû."

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) têkildarî derewên ku dewleta Tirk belav dike ku şehîd Mizgîn Kobanê nû şehîd bûye, daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Dewleta Tirk a dagirker her carê bi rêya nûçeyên xwe yên manipulasyonê dixwaze li ser binketinên xwe bigire. Her roj agahiyên hevalên me yên ku me şehadetên wan di demên derbasbûyî de ji raya giştî re eşkere kiriye, weke ku ew heval nû şehîd bûne pêşkêşî civakê dike. Ev rêbaza ku dewleta Tirk a dagirker bi kar tîne yek ji rêbazên feraseta dewletên desthilatdar û faşist e. Ev kiryara dewlete Tirk a çete careke din nîşaneya bê çaretiya hikûmeta faşîst a Tirk e.

Hevala me Mizgîn Kobanê, di 2’yê Tîrmehê de di encama êrişa balafirên bêmirov a dewleta Tirk a çete û dagirker de li Reqayê şehîd bûbû, me ev bûyer bi gelê xwe û raya giştî re di dîroka 3`yê Tîrmeha 2022’yan de parve kiribû.

Lê dewleta Tirk wekî ku ev bûyer nû qewimiye careke din bêexleqiya xwe ji hemû cîhanê re eşkere dike.

Nasnameya hevala me Mizgîn Kobanê wiha ye;

Nasnav: Mizgîn Kobanê
Nav û paşnav: Siham Mislim
Navê dayikê:  Emîne
Navê bav: Ehmed
Cihê jidayikbûnê: 1990, Kobanê
Cih û dîroka şehadetê: Reqa, 02.07.2022"