Mihemed Fethî El-Şerîf : Li hember êrîşên Tirkiyeyê rabin
Lêkolîner Mihemed Fethî El-Şerîf diyar kir ku êrîşên Tirkiyê yên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piralî ne û got, “Divê her kes li ber êrîşan rabe.”
Lêkolîner Mihemed Fethî El-Şerîf diyar kir ku êrîşên Tirkiyê yên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piralî ne û got, “Divê her kes li ber êrîşan rabe.”
Serokê Navenda Lêkolînên Erebî Mihemed Fethî El-Şerîf, saziyên çapemeniya Ereb rexne kir û diyar kir ku êrîşên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyê nadin pêş.
Siyasetmedarê Misrî û Serokê Navenda Lêkolînên Erebî Mihemed Fethî El-Şerîf bersiv da pirsên ANF’ê. Şerîf diyar kir ku Tirkiye hemû xetan bin pê kir û êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û got: “Êrîşên Tirkiyeyê nayên qebûlkirin. Planên wan ên cuda hene. Me gelek dîmen û rapor dît ku çawa qadên sivîlan bombebaran dikin. Civaka navneteweyî divê li hemberî van êrîşan rabe.”
JI BO HER DERÊ DIBE PIRSGIRÊKA EWLEKARIYÊ
El-Şerîf diyar kir ku ev êrîş ji bo her derê pirsgirêkên ewlehiyê çêdike û wiha got: “Ev êrîş di qada navneteweyî de jî metirsiya ewlehiyê çêdike. Lewma pêwîste civaka navneteweyî û Ereb bertek raber bikin. Civaka navneteweyî û rêxistinên hiqûqî dizanin ku bi êrîşên Tirkiyeyê re gelek binpêkirin tên kirin. Li gorî berjewendiyên xwe û dewletên herêmê tevdigerin.”
ÊRÎŞ BI KÊRÎ TERORÊ TÊ
Mihemed Fethî anî ziman ku ev êrîş kêrî terorê hat û wiha berdewam kir: “Komên terorîst derketin û li bajarên Sûriye, Lubnan û Iraqê belav bûn. Her ku Tirkiye van herêman hedef girt, ewlehiya van welatan ket metirsiyê. Bi vê yekê re qanûn tên binpêkirin û komên terorîst dikevin tevgerê.”
DIVÊ DEWLETA TIRK BÊ DARIZANDIN
Şerîf îşaret bi binpêkirinên dewleta Tirk kir û got: “Divê dewleta Tirk li dadgehên navneteweyî bê darizandin. Pêwîste Komîteya Ewlekariyê civîneke li dar bixe û binpêkirinên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere bike. Heta ku êrîşên Tirkiye bi dawî bibe, divê civaka Ereb û hemû cîhan bi hev re zextê li ser bikin. Ev yek jî xebateke mezin dixwaze.”
Mihemed saziyên çapemeniya Ereb rexne kir û diyar kir ku êrîşên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyê nadin pêş û got: “Her kes dixwaze di nava aramî û aştiyê de bijî. Eger li ser vî mafê rewa zext hebe, divê saziyên çapemeniyê jî rola xwe bilîzin.”