Cenazeyê şervanê QSD’ê Dilxwaz Agir hat veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê Dilxwaz Agir yê ku di serê meha Kanûnê de di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, li Qamişloyê bi merasîmekê hat veşartin.
Cenazeyê şervanê QSD’ê Dilxwaz Agir yê ku di serê meha Kanûnê de di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, li Qamişloyê bi merasîmekê hat veşartin.
Cenazeyê şervanê QSD’ê Osman Milto (Dilxwaz Agir) yê ku di 3’yê Kanûna 2022’an di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li dijî gundê Sinciqa Sedûn a Amûdê de şehîd bûbû, li Goristana Şehîd Delîl Saroxan bi merasîmekê hat veşartin. Bi sedan şêniyên Qamişloyê û gundên wê, nûnerên partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û hêzên leşkerî beşdarî merasîma veşartina cenazeyê şehîd bû.
Ewilî endama Meclîsa Jinan a Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Cewahir Osman axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û diyar kir ku dewleta Tirk ji berxwedana gelê herêmê ditirse, lewma bi hovîtî êrîş dike. Cewahir wiha got: “Ev gel hêza xwe ji fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û ji hêzên xwe yên leşkerî digire û ji dijmin natirse.“
Endama Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) şaxê Qamişloyê Semîra Mihemed jî axivî û got: “Ka yên ku mafên mirovan îdia dikin, gelo sûcên li dijî zarok û jinan nabînin? Divê welatên Ewropayê sînorekî ji van sûcan re dane.”
Endamê Meclîsa Leşkerî ya kantona Qamişloyê Nezîr Sofî jî destnîşan kir ku bi hezaran şehîdan ji bo welatê xwe canê xwe feda kirin û anî ziman ku çi qas hovîtiya li dijî herêmê zêde bibe jî, ew ê gavekê paş de naavêjin.
Kurapê şehîd, Dijwar Ehmed jî got ku ji ber ku gelê herêmê aştî, ewlehî û azadiyê dixwaze, dewleta Tirk dixwaze gel qir bike.
Piştî ku nasnameya şehadetê hat xwendin, radestî malbata şehîd hat kirin û cenazeyê şehîd bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin” hat veşartin.